2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li navçeya Şemzînanê starta Newrozê hate dayîn

Li navçeya Şemzînanê ku di dîrokê de her tim bûye navenda serhildanê, starta Newroza 2023’yan hate dayîn. Newroza îsal bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin

Li yek ji girîngtirîn navendên ku gelê kurd li dijî înkar, tunekirin, pişaftin û qedexeyan têkoşîna azadiyê lê meşandî Şemzînan a Colemêrgê starta Newroza 2023’yan tê dayîn.

Newroza îsal bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin û diyarî qurbaniyên erdhejên Mereşê yên di 6’ê Sibatê de hate kirin. Şandeyên Newrozê şevê din hatin navçeyê.

Şandeya ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk dihat, ji bo Newrozê di saetên serê sibehê de li Rêxistina HDP’a Şemzînanê hate ba hev.

Gelek welatî jî bi cil û bergên kurdî hatin avahiya partiyê. Li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyeke girseyî tê dayîn.