18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê mezintirîn greva giştî dest pê kir

Doh li ser banga gelek dezgeh û saziyên sivîl gelên Îranê li zêdeyî 30 bajaran daketin kolanan û dest bi greva giştî kirin û dê 3 rojan berdewam bike.

Roja 15 mijdarê li gelek bajarên Îranê greva herî mezin pêk hat. 2 meh di ser serhildana gelên Îranê re derbas bû. Di 16’ê îlonê de piştî kuştina ciwana kurd Jîna Emînî nerazîbûn û xwepêşandanên gel li rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribû û di demeke kurt de li seranserê Îranê belav bûbû û veguherîbû serhildana gelan.

Doh li ser banga gelek dezgeh û saziyên sivîl gelên Îranê li zêdeyî 30 bajaran daketin kolanan û dest bi greva giştî kirin.

Gelên Îranê  ji Buşehr li başûr, Ehwaz, Bandar Abbas, Kerec, Tebrîz, Sine, Şehrekord, Zencan li Janurd, Babel û gelek deverên din daketin kolanan û dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê qîriyan. Her wiha li paytext Tehranê jî li 10 taxan çalakî û xwepêşandan hebûn û hêzên dewletê ên bi cilên fermî û hinek jî bi cilên sivîl êrîşî xwepêşandêran kirin.

Li hember gelek bangên ku di salvegera xwepêşandanên mijdara 2019’an de ji bo grev û kombûnên nerazîbûnê hatibûn belavkirin, 15’ê mijdarê hemwelatî li bajarên cur bi cur ên Îranê daketin qadan û dirûşma “Bimre dîktator” berz kirin.

Li gel greva dikanan û rûniştina xwendekarên zanîngehan, welatiyan li kolanên bajarên Îranê çalakî û xwepêşandan li dar xistin û dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê berz kirin.

Hêjayî gotinê ye ku li ser bangawaziyên ku di van rojên dawî de belav bûne, biryar e ev xwepêşandan rojên 15-16 û 17 berdewam bikin, ji bo bîranîna qurbaniyên xwepêşandanên mijdara 2019’an ku tê de 1500 kes hatibûn kuştin.