5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NATO ji bo teqîna li Polonyayê civîneke awarte lidar dixe

Welatên NATO’yê ji bo teqîna li Polonyayê civîneke awarte lidar dixin.

Di saetên borî de hemû cîhan, ji Konseya Ewlekariyê bigire heta NATO’yê, heta bi Yekîtiya Ewropayê mijara êrîşa bi fûzeyan a li ser Polonyayê bibû mijara sereke ya nîqaş û guftûgoyên di navbera wan de.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg piştî ku bi Serokê Polonya Andrzej Duda re der barê teqîna roja Sêşemê ya li Polonyayê qewimî de axivî, wiha got: “Teqezkirina hemû rastiyan girîng e.”

Stoltenberg di peyama xwe ya li ser Twitterê de wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest. NATO rewşê ji nêz ve dişopîne û bi hevalbendan re dişêwire. Girîng e hemû rastî bên îspatkirin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel matmayîna xwe li hember bûyera kuştina 2 kesan li gundekî Polonya li ser sînorê bi Ukraynayê re nîşan da, ku tê gotin ew bi fûzeyên rûsî hatine kuştin.

Michel di twîteke xwe ya li ser hesabê xwe yê dijîtal de wiha got: “Ez bi nûçeya ku fûze an jî cebilxaneyên din ên ku li ser axa Polonyayê mirovan kuştine matmayî mam. Ji malbatan re sersaxiyê dixwazim. Em li gel Polonyayê ne.”

Michel destnîşan kir ku ew bi rayedarên polonî, endamên Konseya Ewropî û hevalbendên din ên Yekîtiya Ewropayê re di têkiliyê de ne.

Ne Varşova, ne Washington û ne jî baregehên NATO’yê yên li Brukselê ev nûçe piştrast nekirin, Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihand ku wê ti fûze li herêmê neavêtiye û red kir ku berpirsiyariya wê yekê bigire ser xwe.

Hêjayî gotinê ye ku hin daxuyanî jî dibêjin Ukraynayê bi xwe ew fûze avêtine wir da ku NATO’yê bîne hemberî Rûsyayê. Her wiha Serokê Polonyayê jî dabû xuyakirin ku tu delîlên teqez li ser çavkaniya wan fûzeyan li ber destê me tune ne.