13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Manewrayên AKP’ê û helwesta HDP’ê

Siyaset karê diyalog û muzakereyan e. Ev qederê 25-30 salan e li cîhanê lîderên populîst ji ber ku populer bûne, siyaset jî form guhertiye. Kulteke lîderan çêbûye. Îcar ev populist jî ji xeynî xwe tu kesekî/ê nabînin. Hebe nebe, ew in û di ser gotina xwe re gotin qebûl nakin. Estrumanên xwe yên esasî ango axaftin, şêwr û diyalogê sed mixabin ku li şûna di serî de bi kar bînin, herî dawî bi kar tînin. Ji ber vê xisletê jî alî nikarin bawerî bidin hev.

Îcar mesele ji xwe ne ew e ku bawerî jî bidin hev. Girîng e lê ev mesele ji rewşa aliyên bi hev re diaxivin zêdetir bandorê li ser civakê dike. Baweriya wan a bi mekanîzmaya siyasetê kêm dibe. Vegotina; bi destekî xurt rûniştina li ser masê  hînbûneke çêkirî ye. Ji xurtbûna aliyan zêdetir behsa kêliya rûniştina li ser masê dike. Nîqaşên li dora xurtbûna destê aliyan jî balê ji ser naverokê zêdetir dibe ser xurtî û qelsiya aliyan.  Ev jî ji civakê re xizmet nake. Ji berjewendiya aliyan re dike.

Piştî vê girêzgahê îcar em li hevdîtinên AKP’ê yên ji bo guhertina qismî ya Destûra Bingehîn binêrin. AKP bi partiyên siyasî re hevdîtinê dike. Di esasê xwe de mîna bûyer, weke tişteke balkêş xuya dike. Lê di xuyangê de ji ber ku AKP heye û populîzma AKP’ê jî îro ji aliyê ekserî alîgirên wê ve jî li ser zimanan e, mirov li esasa meselê dinêre.

Li Tirkiyeyê Destûreke Bingehîn a ku mîrateya darbekarên cuntaya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî hiştine, heye. Ev destûr bi awayekî qismî gelek xalên wê heta roja îro hatine guhertin. Lê tu desthilat dest nedaye ruhê wê yê faşîst û tekperest. Li gorî vê destûrê dewlet û tirkîtî di ser her tiştî re ye. Ruhê wê ev e. Îcar heta ev ruh bê guhertin qismî ji tu derdekî civakê re nabe derman.  Ji ber ku di bingeha her pirsgirêkê de ev ruh bi xwe heye.

Dêhna xwe bidinê AKP ji bo destûreke nû û demokratîk were nivîsandin van minawreyan nake. Ew dixwaze bi pêçaveke din wî ruhê ku ji bo wan mustesna ye û hemû qirêjiyên xwe pê vedişêrin, binixumîne. AKP ji bo vê dikare bi hemû partiyên ku bi kodên dewleta tirkperest  xwe heyî kirine, mexseda xwe bibe serî. Lê dema dor tê HDP’ê û siyaseta bi HDP’ê xwe heyî kiriye li dîwarekî diqelibe.

Di hevdîtina ku ekîba AKP’ê bi HDP’ê re pêk anî jî ev rastî xwe da der. AKP xwest ji bo serbestiya ‘turbanê’ ji HDP’ê ‘erê’yekê bistîne. Lê HDP’ê got were em hemû maf û azadiyan berfireh bikin. AKP helbet li benda vê bersivê bû. Ew li ser wî hesabî tevgeriya ku HDP bibêje na, wê siyaseta xwe li ser vê bike û bibêje HDP serbestiyê naxwaze, bibêje erê îcar weke destekeke ji bo siyaseta xwe ya qirker wê nîşan bide.

HDP ji partiyeke wêdetir bi goşt û bedenbûna demokrasiya radîkal e.  Partiyeke xwedan rêgez e. Ji ber wê dibêje; dive di destûrê de mafê kurdan, elewiyan, jin û ciwanan, karker û kedkaran, zarok û yextiyaran, xweza û sewalan hemû werin pesendkirin. Çand, ziman, nasname, bawerî azad bin. Li hemberî kodên dewleta tekperest a sedsalî HDP pêşniyaza komara demokratîk dike. Ev ne minawreyek e. Ev mexseda avabûna HDP’ê ye.

HDP ji bo ku partiya gel û demokrasiyê ye weke keleheke zexim li hemberî êrîşan hemûyan jî îro ji duh xurttir e û sibê jî wê ji îro xurttir be. Di destê desthilata AKP’ê de diyalog û axaftin ne ti tiştek e. Lê di HDP’ê de siyaset li ser şêwr û mişewrê, li ser diyalog û muzakereyê dimeşe. Ev feraset ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê li cîhanê jî hêviyeke mustesna ye.  AKP, qelemşor û trolên xwe, xêrnexwaz çi bikin jî wê nikaribin HDP’ê tine bikin. Her dasa davêjin li çoka xwe dixin û şaxa li bin xwe dibirin.