19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê hestiyên kurdan bibin ava reş!

Çavên ku rastiyê nebînin heqê wan ava reş e! Lewre heke ew çav ava reş di wan de neyê wê hê gelek hestiyên kurdan di kîsan de radestî malbatên wan bên kirin. Dermanê vê bêrêziya dagirkerên kurdan ava reş e

DAIŞ di sala 2014’an de piştî ku bajarê Mûsilê yê herêma Nînovayê ya Iraqê dagir kir, bi alîkarî û teşwîqkirina dewletên herêmê berê xwe da kurdan. Destpêkê jî civaka êzidî ji xwe re kir hedef û bi hovîtiyeke mezin di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de DAIŞ’ê bi hezaran jin, zarok, kal û pîrên êzidî desteser kir û civaka êzidî qirkirinê re derbas kir.

Dema ku DAIŞ’ê êrîş dikir hêzên ku niha ji bo tasfiyekirina PKK’ê piştgirî didin dewleta tirk wê demê li Şengalê jî li ser kar bûn! Weke ku di civînên veşarî yên hêzên herêmî de ji wan re hatibû diyarkirin çekên di destên civaka êzidî de kom kirin û piştre pişta xwe dan wan û ew bi êrîşên hovane yên DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin. Dostên wan ên niha li desthilata Iraqê ne jî wê demê artêşa Iraqê ji Şengalê vekişandibûn û rê dabûn ku DAIŞ civaka êzidî di qirkirinê de derbas bike.

Hev dişopînin

Di van rojên ku rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê tê pîrozkirin de hikûmeta Iraqê li dijî civaka êzidî bêrêziyek mezin kir. Ez qala radestkirina cenazeyên 16 qurbaniyên civaka êzidî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin û bi awayekî komî hatibûn veşartin dikim. Di nav hefteyê de derket holê ku Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê di 24’ê cotmehê de cenazeyên 16 qurbaniyên Şengalê di torbeyan de radestî malbatên wan ên li Şengalê kir û xwestin wiha veşêrin.

Bi vê bûyerê re dewleta Iraqê rûyê xwe yê rasteqîn nîşanî kurdan da. Li şûna ku fermana li civaka êzidî binase û bi rêzdariyeke mezin nêzî cenazeyên qurbaniyên fermanê yên di gorên komî de bibe mîna dewleta tirk hestiyên şehidên fermanê kir kîs û radestî malbatê wan kir. Ev jî nîşan da ku dewlet biguherin jî rengê zilm û zordariya wan a li dijî kurdan naguhere. Di vê mijarê de hev dişopînin û pêkanînên xwe difiroşin hev.

Tirkiye jî wisa kiribû

Lewre beriya niha heman bêrêzî ji aliyê dewleta tirk ve li bakurê Kurdistanê li dijî cenazeyên şervanên kurd pêk hatibû. Dewleta tirk di sala 2020’an de cenazeyên gerîllayê HPG’ê Egît Îpek ê li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû kiribû qutiyekê bi qargoyê radestî dayika wî kiribû. Piştî du salan dewleta tirk heman pêkanîn dubare kir û beriya çend mehan cenazeyê Hakan Arslan ê di şerê xwerêveberiyan de li navçeya Sûrê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû di kîs de radestî bavê wî kiribû.

Yek ji kesên ku bi vê bêrêzî û pêkanîna zalîman e ya dewleta Iraqê re rû bi rû ma Ziyad Xelef Faris e. Ziyad Xelef Faris ku ji bo cenazeyê birayê xwe Yusif Xelef Faris û pismamê xwe Murad Xeles Hisên bigire diçe Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê bi vê pêkanînê re rû dimîne.

Ziyad Xelef Faris bi van gotinan qala bêrêziya li dijî cenazeyên xizmên xwe kir: “Navenda Baac (polîsên Iraqê) telefona me kirin. Ji me re gotin ku biçin Tiba Edlî ya Mûsilê. Em çûn wê derê. Polîs li wir bûn. Ji me re got biçin cenazeyên xwe bigirin. Em çûn me dît ku li torbeyên naylon pêçandine. Me got ku em biçin tabûtan bînin.Qelebalixî zêde bû. Wê rojê tabût jî kêm bûn. Li ser me zext kirin û gotin werin hestiyên miriyên xwe bibin. Me jî got ka tabût bînin da ku em bixin têde û bibin. Nedan me. Me bi xwe tabût kirî û hestiyên miriyê xwe xist û birin malê. Her 16 şêniyên me yên hestiyên wan di destê wan de bûn wiha lê anîn û hemû malbat heman pirsgirêkê re rû bi rû hiştin.”

Zîyad Xelef Faris ku ji ber vê pêkanîna li dijî cenazeyên wan bi bertek e, da zanîn ku hikûmeta Iraqê pir bêrêzî nêzî şehîdên wan bûye û ev bertek nîşan dan: “Ligel hikûmeta navendî rêz ji bo êzidiyan nîne. Muxatab jî nagire, lê jî nanêre. Wiha nêz nebûya, ev tişt jî nedihatin serê me êzidiyan. Rêz bi me êzidiyan nakin. Şehîdên fermanê yên me hemûyan e, ne tenê yê malbatekê ne, yê hemû milet in. Ji ber wê miletê me jî divê xwedî li vê mijarê derbikeve.”

Ava reş di çavên wan de bê

Weke ku Zîyad Xelef Faris jî diyar dike heke hikumeta Iraqê ne xwedî ev nêzikbûn bûna wê civaka êzidî bi qirkirinê re rû bi rû nemana û ewqas êş û azar nekişandina. Lê ev nêzikbûna dewleta Iraqê hê jî neguheriye. Lewre pir hêsan dikare bi PDK’ê re bêyî tevlîbûna êzidiyan ji pêşeroja êzidiyan re li “çareseriyê” bigere. Tişta ku divê PDK û Hikûmeta Navendî ya Iraqê bikin; naskirina vîna civaka êzidî û rêzgirtina ji bo şehîdên wan ên ji ber reva wan a ji Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve bi wehşeteke mezin hatine kuştin be.

Heke ev nebe wê hestiyên şehîdên kurdan ên di kîsan de radestî malbatê wan tên kirin wê bibin ava reş û di çavên dagirkeran bên. Çavên ku rastiyê nebînin heqê wan ava reş e! Lewre heke ew çav ava reş di wan de neyê wê hê gelek hestiyên kurdan di kîsan de radestî malbatên wan bên kirin. Mixabin dermanê vê bêrêziya dagirkerên kurdan ava reş e.