6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efrîn: Hûn nikarin kurdan xelas bikin

Berpirsê Komîteya Amadekar a 8’emîn Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê Zekeriya Efrîn, diyar kir ku bi van mihrîcanan çanda kurdan bi civaka navneteweyî didin naskirin û gelê kurd bi çand, huner, wêje û ziman hebûna xwe diparêze

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di sala 2014’an de cara yekemîn li bajarê Wûppertal a Almanyayê mihrîcana çand û hunerê li dar xistin û bi vî rengî dest bi xebatên xwe kirin. Di sala 2017’an de dema ku HRRK li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê vekirin mihrîcanên çand û hunerê êdî li Rojava jî tên lidarxistin. Îsal jî cara 8’emîn di navbera 11-25’ê mijdarê de bi dirûşmeya “Em li vir ta dilopa dawî ya ximavê, ta dilopa dawî ya xwînêʹʹ li bajarê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ya Qamişloyê 8’emîn Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li dar dixin. Der barê mihrîcana ku wê were lidarxistin de endamê Desteya Rêveber a HRRK’ê û berpirsê Komîteya Amadekar a Mihrîcanê Zekeriya Efrîn pirsên me bersivandin.

Berpirsê Komîteya Amadekar a Mihrîcanê Zekeriya Efrîn, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji sala 2014’an ve mihrîcanên çand û hunerê li dar dixin û ev tişt anî ziman: “Her sal Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li dar dixe. Di sala 2014’an de cara yekemîn mihrîcan li bajarê Wûppertal a Almanyayê hatibû lidarxistin. Piştî ku HRRK li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin êdî ev mihrîcan li Rojava jî hatin lidarxistin.

Di sala 2017’an de li bajarê Qamişlo hat kirin. Di sala 2018’an de li bajarê Kobanê û di salên 2019 û 2020’î de jî mihrîcan li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Îsal jî me biryar da ku em 8’emîn Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê careke din li bajarê Qamişloyê li dar bixin.”

 Mihrîcana li dijî qirkirinê

Efrîn, bal kişand ser dirûşmeya mihrîcanê û axaftina xwe berdewam kir: “Li pêşberî guherînên mezin ên demografî û koçberiya dijwar a gelê kurd û dîsa li dijî pêl û projeyên qirkirina gelê kurd li rojavayê Kurdistanê bi dirûşmeya “Em li vir ta dilopa dawî ya ximavê, ta dilopa dawî ya xwînê” mihrîcan tê lidarxistin. Ev dirûşme ji bo ku rê li ber neyartiya li dijî gelê kurd were girtin hatiye jêgirtin. Bi dirûşmeyê em bi zimanekî zelal û vekirî ji xwe û ji derdora xwe re peyama, ‘em li ser axa bav û kalên xwe dimînin û em ê her jî bimînin’ didin. Ev dirûşme ji bona vê boneyê hat jêgirtin. Armanca me jî ew e ku em bi van mihrîcanan jiyana li vir xweşiktir û aramtir bikin.”

 Gelê kurd dê her hebe

Di berdewamiya axaftina xwe de Efrîn, destnîşan kir ku ew kesên ji xwe re dibêjin ew rewşenbîr in divê xwedî li nirxên xwe derkevin û wiha got: “Di destpêkê de karê hemû rewşenbîran ew e ku divê xwedî li nasnameya xwe derbikevin. Divê bi wêrekî nasnameya xwe biparêzin. Divê rewşenbîr bi vekirî bikarin destkeftiyên li welat tên jiyîn biparêzin û ji her kesî re bibêjin û li wan bidin naskirin. Gelê kurd ne mileteke wisaye ku bi hêsanî were tunekirin. Peyama ku em di vê mihrîcanê de didin jî ev e. Armanca mihrîcana me xwedîderketina nirx û parastina ziman û wêjeya vê axê ye. Her wiha çandina tovê xwişk û biratî û hezkirinê ya di nava rewşenbîr û civakê de ye. Dîsa bi van mihrîcanan em çanda gelê kurd bi civakên navneteweyî re jî didin naskirin. Yanî em dibêjin hûn nikarin gelê kurd xelas bikin û gelê kurd bi çand, huner, wêje û zimanê xwe dê her bimîne û hebûna xwe biparêze.”

Bernameyên têr û tije

Di dawiya axaftina xwe de Efrîn, der barê bernameya mihrîcanê jî de ev agahî dan: “Di mihrîcanê de hemû cureyên çand û hunerê û bi hemû şêweyan bernameyê me hene. Her wiha  êş, elem û serpêhatiyên ku gelê kurd û welat dijî em dixwazin bînin ziman. Qetlîama Sînemaya Amûdê hîna di bîra me de ye. Bi vê mihrîcanê em ê careke din şehîdên vê qetlîamê bibîr bînin û em ê zemîneke wisa çêkin ku êdî qetlîamên bi vî rengî çênebin û dawî li êşên me werin. Di nava van 14 rojên mihrîcanê de dê 35 lêkolîner û nivîskar beşdarî panel û semîneran bibin. 93 helbestvan û çîroknivîs jî wê beşdarî xwendina helbest û çîrokan bibin. 4 lîstikên şanoyê dê bên pêşkêşkirin. 20 kurtefilm û belgefilm tên pêşandan û 7 şêwekarên kurd komxebateke şêwekariyê dê li dar bixin. Bi vî awayî mihrîcana me em hêvî dikin ku dê baş derbas bibe. Me hewl da ku bernameyên dê werin pêşkêşkirin têr û tije bin. Di dawiya mihrîcanê de wê şahiya xelata afirandinê ya HRRK’ê jî wê were çêkirin.”