8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Em êrişa Stenbolê ji sala 2015’an nas dikin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, der barê teqîna li Îstiklalê de got ku ew êrişa Stenbolê ji komkujiyên di sala 2015’an ên Pirsûs, Enqere, Amed û Dîlokê nas dikin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe de der barê mijarên di rojevê de axivî û nirxandinan kir. Buldan, destpêkê êrişa li kolana Îstîklalê ya Stenbolê ku 6 kes têde hatibûn kuştin şermezar kir û wiha got: “Desthilatdarî hewl didde rastiyên teqîna li Taksîmê veşêre û tune bike. Mejiyê ku hêj di destpêka vê hovîtiyê de serî li manîpulasyonê da û ji operasyonên binhişê hêvî kir, bi astengkirina medyaya civakî û qedexeya weşanê re hewl da pêşî li ber gelên Tirkiyeyê bigire ku rastiyê hîn nebin. Lê demekî kin piştre derket holê ku êrişeke bombeyî û komkujiyeke bêrehm e.”

Bi berdewama axaftina xwe de Buldan ev tişt anîn ziman:

“Divê di serî de her kes bizane ku partiya me ji bo welatekî bêtundî, bêşer û ji bo azadî û wekheviyê têkoşiya û bedelên giran da. Bi komkujiyên li Pirsûs, Enqere û Amedê re jî raste rast bû hedefa vê tundiyê. Her tim li dijî êrişan sekinî ye û dê bisekine. Ji bo ku ev êşên em dikişînin bi dawî bibin, bi qasî ku ji dest tê têdikoşe. Em van êrişan, ji komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Gara Enqereyê, ji Komkujiya Pirsûsê, ji êrişa li dijî mitînga me ya Amedê ku komkujî pêk hat, ji Komkujiya Dîlokê û ji gelek êrişên bi destê DAIŞ’ê li dijî partiya me hatine kirin, nas dikin. Em ne biyaniyên vê polîtîkayê jî nînin ku dixwazin bi tirs, xof û şer teşe bidin siyasetê. Weke HDP’ê em ê destûrê nedin van operasyonan ku berê gel didin hev û dixwazin teşe bidin pêvajoya hilbijartinê. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasî, hiqûq û edalaetê ew e ku li dijî van êrişan helwestekî hevpar nîşan bidin.  Divê ev rewşa tundiyê were redkirin û kesek nekeve xefika dijbertiyê. Em ê pirsgirêkên xwe bi rêya guftûgoyê çareser bikin û di siyaseta demokratîk de israr bikin. Pêdiviya me ya bi demokrasî, hiqûq, edalet û wekheviyê heye.”

Polîtîkaya şer

Di berdewamê de Buldan anî ziman ku girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêya çareseriyê jî guftûgo û muzakere ne. Em dibêjin ku cihê çareseriyê, parlamento ye. Hûn nikarin bi polîtîkayên tecrîd, înkar û tunekirinê encamekî bi dest bixin. Ji ber polîtîkaya şer a di mijara pirsgirêka kurd de, ev welêt bi sala ye di tariyê de tê hiştin. Birînên kûr di nava civakê de hatin vekirin. Li dijî vê tarîtiyê neçareseriyê, avakirina aştî û demokrasiya vî welatî berpirsyariya me tevekan e. Divê çavkaniyên welêt û bûdçe ne ji bo şer, talan û diziyê lê ji bo gel, xizan û edaleta civakî bên xerckirin. Em dibêjin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala şer bisekinin. Bidawîkirina xizanî û nelirêtiyan, bi sekna li dijî vê pergala şer pêkan e.

Nêzîkatiya li HDP’ê

Derdorên siyasî yên ku hebûna xwe li ser bingeha girtina HDP’ê avakirin, xwe dixapînin. Dê ji vê bingehê tu caran demokrasî aj nede. Lewma jî nêzikatiya li hemberî HDP’ê; nêzikatiya li hemberî dmeokrasî, pêşeroja wevpar û pêkvejiyanê ye. Heke hêj îro jî hêviyên demokrasiyê hebin, ev bi saya têkoşîna demokratîk a HDP’ê, hêzên demokrasiyê, jin û kedkaran e.

Krîza aborî

Yek ji pirsgirêkên din ên lezgîn jî têkçûna aboriyê ye. Desthilatdarî ji bo ku ev mijar nebe rojeva gel, li pey hewldanên cuda ye. Di demekî ku gel ji ber debarê digirî, ew weke ku henekên xwe bi aqilê gel bikin dibêjin; ‘Me Tirkiyeyeke ji hêla aborî ve baş ava kir.’ Bawerim ji bîr dikin ku di Endeksa Sefaletê ya Cîhanê de di rêza yekemîn de ye. Lê êdî çi bikin jî gel jê bawer nake. Berîkên wan tije dibin û pereyan direvînin. Di heman demê de şaredariyên desthilatdariyê veguherîne çalên nelirêtiyê. Ji xwe Dîwana Çavdêriya Darayî jî ev rastî derxist holê. Ji navendê heta herêman, tevek jî veguherîne çalên nelirêtiyê. Bi taybet jî şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin. Ev der tam veguherîne sergoyan.

Tifaqa aştiyê

Pergaleke hovane ya sermaye û kedxwariyê avakirin ku dibe sedema mirina karker, kedkar û zarokan. Sedema xizantiya li Tirkiyeyê jî ev aboriya ranta mezin û talanê ye. Aboriya bertîl û nelirêtiyê ye. Lewma jî em neçarin li dijî vê pergala kexwariyê û şer, têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê mezintir bikin. Ev yek, berpirsyartiya me ya dîrokî ye. Vebijêrka vê ya herî xurt jî Tifaqa Ked û Azadiyê û HDP ye.

Jin wê jiyana azad ava bikin

Rêya me jinan, rêya azadî, wekhevî û jiyana nû ye. Berxwedana me li her devera cîhanê belav dibe. Ber bi serdsaleke nû ve, ber bi sedsala jinê ve gav tên avêrtin. Êdî dawiya siyaseta zilam a yekperest tê. Em ê dawî li serdema desthilatdariyên mêr bînin. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em jin dê jiyaneke azad ava bikin. Bi vê boneyê banga min li hemû jinan ew e ku di 25’ê Mijdarê de li dijî cînayetên jinan, tundî, îstîsmar, newekhevî, cihêkarî, xizanî û hwd. dakevin qadan.

Seyîd Riza  

Îro, 85’emîn salvegera qetilkirina Pîr Seyîd Riza û hevalên wî ne. Yên ku Seyîd Riza û hevalên wî bidarvekirin, digotin qey dê gelê kurd û gelê Dêrsimê bêdeng bikin û serî pê bidin tewandin. Lê belê gelê kurd ne zilma lê hatiye kirin ji bîr kir û ne jî vîna xwe radest kir. Tu carî serî netewand, dê serî netewîne jî. Ez Seyîd Riza û hevalên wî birêzdarî bi bîr tînim.”