12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê MHP’î bi ‘êrîşkara’ Îstiklalê re axiviye

Derket holê ku serokê MHP’a Basayê Mehmet Emîn Îlhan bi Ahlam Albasahir a weke "êrîşkara bombeyî” tê nîşandan re bi telefonê axiviye.

Der barê teqîna Îstiklalê ku dewleta tirk dixwaze ji xwe re bike hinceta êrîşeke nû ya dagirkeriyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de agahiyek balkêş derket holê. Li gorî qeydên HTS’ê serokê MHP’ê yê Navçeya Basa ya Şirnexê Mehmet Emîn Îlhan bi Ahlam Albasahir a weke “êrîşkara bombeyî” tê nîşandan re bi telefonê axiviye. Îlhan bi telefona li ser navê xwe qeydkiri herî kêm du caran bi Albasahir re axiviye.

Ji ber vê têkiliya xwe ya bi êrîşakar re Îlhan îfade daye polisan. Îlhan, der barê mijarê de ji T24 re axivî û piştrast kir ku ji bo îfadeyê bang lê hatiye kirin û îdîayeke bi vî rengî kir: “Rêxistina terorê hewl da li ser me lîstikê bilîze.”