3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin’

Malbatên girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê ev bang kirin: “Di navbera girtiyan de cihêkariyê nekin. Zilmê li zarokên me dikin û em vê zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin.”

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, di roja 365’an de li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê jî piştgirî dan çalakiya malbatan. Di çalakiyê de malbatan bertek nîşanî Wezareta Dadê dan û ji bo tevlibûna yekemîn salvegera nobetê bang li gel, sazî, dezgeh û partiyên siyasî kirin.

‘EM Ê LI SER RÊÇA ZAROKÊN XWE BIN’

Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Nazîme Boltan axivî û da zanîn ku nobeta wan a edaletê salekê li pey xwe dihêle. Boltan, diyar kir ku ev saleke li edaletê digerin lê tu edalet nedîtine. Bi domdarî Boltan ev anî ziman: “Nexweşên me yên giran bila werin berdan ku em bikaribin tedawiya wan bikin. Gava hûn wan dibin nexweşxaneyan, raporên zarokên me bidinê. Daxwazên zarokên me bi cîh bînin. Di navbera girtiyan de cihêkariyê nekin. Zarokên me li ber mirinê ne. Tundî û zilmê li wan nekin. Pirtûkên zarokên me kom dikin û dema zarokên me pirsan jê dikin jî li wan dixin û heqaretê lê dikin. Em van heqaretan tu car qebûl nakin. Ne tenê zarokê min, ez zilma li ser tu zarokan qebûl nakim. Em ê heta dawiyê li ser rêça zarokên xwe bin.”

Çalakî bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî Berxwedana zindanan” bi dawî bû