28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji nivîskarên girtî re qert û pirtûk şandin

PENa-Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd, bi wesîleya 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê ji nivîskarên girtî re qert û pirtûkan şandin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li girtîgehan tovê şoreşgerî û azadiyê tê reşandin.

PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi wesîleya 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi rêya PTT’ê ji nivîskarên girtî re pirtûk û qertan şandin girtîgehan û daxuyaniyek dan. Nûnerên PENa Kurd, gelek nivîskarên endamên Komeleya Wêjekarên Kurd û xizmên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn.

Destpêkê endam û nûnerên PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji girtiyan re pirtûk û qertan şandin û piştre li ber derê PTT’ê daxuyanî dan çapameniyê. Daxuyanî ji hêla nivîskar û endamê PENa-Kurd  Adil Qazî ve hat dayîn. Nivîskar Adil Qazî, diyar kir ku tovê mirovahiya şoreşgerî û azadiyê li zindanan tê reşandin û wiha got: “Ev tov gul vedike. Lê ev pir hêsane e; bi zor û zehmetî, dilop bi dilop helandina mêjî di hest û bedenê de ye. Helbet hilberîna wê azadî ye û bi rewşa wêjeyê; çi çirok, çi roman, jiyanê di renginîne, diguherîne.”

Di berdewamê de Qazî, bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî jî û daxuyaniyê bi van gotinan bi dawî kir: “Wêjeya li zindanê bi mêjiyekî azad û bi îradeyeke xurt tê afirandin. Raman  jî ewqas azad e. Ew ê pêşeroj li gel van berexedêrên zindanan û têkoşîna civakî ya azadiyê bibe pêlerizîn ê dîrokê. Li gel girtiyên nexweş, divê dilê me bi nivîskarên li zindanan re be. Wek her gelê bin dest wêjeya me kurdan jî sê şax e; wêjeya civakê ya nivîskî, rojnamegeriya zindanan û ya çiya. Bi vê mebestê em, rojnemegerên girtî jî ji bîr nekin. Wan wek nivîskar dibînin û zextên dema dawî yên li ser rojnamegeriyê şermezar dikin. Li gor daneyên Komeleya Rojamegeran a Dîcle Firatê (DFG) niha li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê 87 rojnameger di girtîgehan de ne.”AMED