Ajansa Mehir a Îranê ragihand ku li ser rêya ber bi gora Qasim Suleymanî ya li Kirmanê de dengê teqînan hate bihîstin. Ev teqîn hemwextî salvegera kuştina Suleymanî li Bexdayê pêk hat.
Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îranê, herî kêm di 2 teqînên li pey hev de 40 kes hatin kuştin.
Rayedarên li Krmanê ragihadin ku teqîn ji ber teqandina gelek topên gazê çêbû. Tora Skya News′ê ya Arebiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Îranê anî ziman ku di merasîma bîranîna Qasim Suleymanî de gelek kes hatine kuştin.