27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li Iraqê ji ber siyaseta partiyan, rola jinan ya di civakê de kêm dibe’

Jinên Iraqê diyarkirin ku roj bi roj rola jinan ya di civakê de kêm dibe, sedem jî desthilatdarin û gotin; “Rewşa jinan ya li Iraqê di astek xirab de ye, ji ber serdestiya partiyan roj bi roj li seranserê Iraqê jin tên paşguhxistin û bandora wan tê kêm kirin.”

Bi rast hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re, li seranserê cîhanê jin bi çalakiyên cûr be cûr daxwaza mafê xwe dikin. Li Iraqê kêm jî be ji bo mafê jinan, jin di nava çalakiyan de ne. Tê xwestin qanûnên ne di berjewendiya jinan de ne, werin sererastkirin û  yasayek dijî tundûtujiyê were derxistin. Der barê mijarê de jinên Iraqê ji ajansa Rojnews’ê  re axivîn.

Endama Lijneya Xaniman ya li Parlamentoya Iraqê Mehdiye Lalmî der barê mijarê de ji Rojnews re axivî. Mehdiye got ku jinên Iraqê bi jêhatîbûn û çalakiyên xwe herkesê bandorkirine û wiha pêde çû; “Jinên Iraqê bi jêhatîbûn, çalakiyên xwe herkesê bandorkirine. Jinên Iraqê bi reftarên xwe nûjen û şaristanî ispatkirine ku gelên Iraqê bi yekîtî serî li ber zextên siyasî û bazirganiyê nadanin. Niha tevlîbûna jinan ya di hemû warên civakê de başe, ji ber çalakiyên jinan her tim guhertin rewşa nû de çêdibe.”

Lê pispora civakê Şehrezad Ebdaî weke Mehdiya nafikire û dibêje; “Piştî sala 2003’yan ji ber desthilata hizbî rola jinan ya li Iraqê kêm bûye. Rewşa jinan ya li Iraqê di astek xirab deye, ji ber serdestiya partiyê roj bi roj li seranserê Iraqê jin tên paşguhxistin û bandora wan kêm tê dîtin.”

Şehrezad dibêje; “Ev hizb bûne sedem ku rêjeya jinan di kar û jiyanê de kêm bibe. Eger wiha dewam bike, wê rola jinan tenê di çarçoveya mal de bimîne.”

Aktivîsta jinan ya bi navê Henan Cenabî jî xwest roja 8’ê Adarê weke derfetek ji bo pêşkêşkirina pêngavên cidî û aktîvkirina jinan ya di civak û qadan de bê dîtin. Henan got ku divê jin girîngiyê bidin rola xwe û got; “Ji bo ev yek pêk were divê hewldanên bi bandor werin kirin. Divê her kes bi hevre tevbigere û li derdora yekîtiya nîştimanî kom bibin. Ger ev yek pêk were wê pêşerojek geş û siberojek xweş ji bo civakê û bi taybetî jî ji bo jinan pêk were.”