4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bahçelî êrîşên faşîst ên li dijî Amedsporê silav kir

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, ji ber lîstikvan û alîgirên wê êrîşî Amedsporê kiribûn b gotinên faşîst Bursasporê silav kir û ev got: “Li gorî me cihekî bi navê Amedê tune ye, kesek nekare behsa tîmeke bi navê Amedsporê bike.”

Di 5’ê sibatê de Amedspor û Bûrsaspor li Bûrsayê hatibûn pêşberî hev. Ji rojek beriya maçê heta ku maç bi dawî bû alîgir û lîstikvanên Bûrsasporê êrîşî lîstikvanên Amedsporê kirin. Alîgirên Bûrsasporê di maçê de wêneyên kesên mîna Mahmût Yildirim (Yeşîl) ku di JÎTEM’ê de cih girtibûn û torosên spî vekiribûn û peyamên kuştinê dabûn Amedsporê.

Ev dîmen bûbûn sedema bertekên mezin. Li ser bertekên ku hatibûn  nîşansan Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû daxuyaniyek dabû û angaşt kiribû ku rayedarên Bûrsayê yên berpirsyar ji peywirê girtiye û der barê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin. Lê Soylû navê rayedaran nedabû û ji ber vê yekê jî nayê zanîn ku ev rayedar kê ne.

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di komcivîna partiya xwe de Amedspor a ku li Bursayê rastî êrişên faşîst hatibû hedef girt. Bahçelî, wiha got: “Li gorî me cihekî bi navê Amedê tune ye. Dê kesek nekare qala tîmeke bi navê Amedsporê bike. Ez alîgirên Bursasporê silav dikim. Ji ber sekna wan a neteweyî ez wan pîroz dikim.”