17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çînê ji bo Taywanê hişyarî da DYA’yê

Ji ber zêdebûna aloziya di navbera Çîn û DYA’yê de, Çînê îro der barê girava Taywanê de hişyariya xwe ya ji Amerîkayê re nû kir û got ku Taywan xeta wan a sor e

Wezîrê Derve yê Çînê Chen Gang roja Sêşemê li Pekînê di civîna xwe ya çapemeniyê ya yekem di parlamentoyê de got ku Taywan ji bo welatê wî xeta sor e û divê ku Washingtonê wê xetê derbas neke.

Chen Gang da xuyakirin ku çareserkirina pirsa Taywanê tenê cihê xema Çînê ye û mafê ti welatekî din nîne ku destwerdanê lê bike.

Herweha, wî teqez kir ku hemû vebijêrk li ber welatê wî vekirîne da ku tedbîrên pêwîst bigire ji bo ji nû ve yekkirina girava xweser a ku bi ser axa Çînê ve ye.

Zêdebûna aloziyan

Ev daxuyanî di demeke wiha de tên dayîn ku rageşiya di navbera Çîn û DYA’yê de gihiştiye asta herî bilind. Di sala borî de jî serdana rayedarên Amerîkayê û piştgiriya wan a ji Taywanê re bûbû cihê nerazîbûna Çînê û aloziyeke mezin di navbera her du welatan de derketibû.

Tebaxa sala 2022’an, artêşa Çînê di bersiva serdana Seroka wê demê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi bo Taywanê de manevrayên leşkerî yên mezin pêk anîbû. Nemaze ku Pekîn serdanên hikûmetên biyanî bo giravê wek naskirineke statuya serxwebûna wê giravê dibîne û wekî gefekê li hemberî Çînê dibîne.