10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kalkandereyê televîzyon, sarinc û pirtûkan ji girtiyan girtin

Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, rêveberiya girtîgehê qawişên girtiyan guhert û televîzyon, sarinc û pirtûkên girtiyan ji wan girt.

Di vê pêvajoya ku li meclisê li ser budçeya sala 2023’an a Wezareta Edaletê hevdîtin tên kirin û Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan red dike de agahiyên îşkence û binpêkirinên mafan ên nû ji girtîgehan tên. Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, rêveberiya girtîgehê televîzyon, sarinc û pirtûkên girtiyan ji wan girtiye.

Girtî Veysî Esen, duh bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbata xwe re ragihand. Li gorî agahiyên ku malbata Esen da, rêveberiya girtîgehê zêdetirî hefteyekê ye qawişên girtiyan diguherîne û televîzyon, sarinc û pirtûkên girtiyan ên ji aliyê wê ve radestî girtiyan hatine kirin ji wan digire.

Televîzyon û sarincan desteser kirin

Esen, ji malbata xwe re ragihandiye ku li qawişên 21 kesî dimînin û tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê ji wan re dibêje televîzyonek û sarincek besî wan e û televîzyon û sarincan wan ên beriya niha radestî wan kiriye desteser kiriye.

Tenê 5 pirtûm hiştine

Esen, ji malbata xwe re ragihandiye ku rêveberiya girtîgehê hemû pirtûkên ku beriya niha radestî wan kirine jî desteser kiriye û her girtiyek tenê 5 pirtûk jê re hiştiye. Rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re gotiye ku divê êdî malbatê wan ji wan re pirtûk neşînin û heke pêwîst bike ew ê pirtûk bidine wan.

Daxwaza ji saziyên eleqedar

Di dawiyê de Esen ji malbata xwe xwestiye ku saziyên eleqedar serdana wan bikin binpêkirinên mafan ên li dijî wan di cih de bişopînin.