17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li kerboranê nerazîbûna li dijî şaredarê AKP’yî

Şaredariya AKP'î ya Kerboranê, 82 mal û milkên şaredariyê da ber firotinê. Gundiyên îtîrazî firotina erdê ku bi salane diçînin kirin, li ber şaredariyê kom bûn û xwestin erd bi bihayekî erzan li wan bê vegerandin.

Şaredariya AKP’î ya Kerboranê 82 mal û milkên li gundê Şibêbî ku piştî xebatên kadastroyê li neguhezbarên şaredariyê zêdekiribûn da ber firotinê. Gundiyan bertek nîşanî vê yekê da. Gundiyên li ber avahiya şaredariyê kom bûn anîn ziman ku firotina erd a ji aliyê şaredariyê ve qebûl nakin.

Resûl Aslan ê li ser navê gundiyan axivî, anî ziman ku temamê erdê şaredariyê daye ber firotinê aydê 5 gundan e û bi lêv kir ku bi xebatên parsele ev erd li ser şaredariyê hate qeydkirin.

Aslan, anî ziman ku erdê ku qala wî tê kirin bi sed salane diçînin û wiha got: “Ev erd esas aydê me ye. Ji ber vê yekê em ji şaredariyê dixwazin ku bi bihayekî erzan bifiroşin me û li me vegerînin.” Aslan ji gelê navçeyê jî xwest ku nekevin îhaleyê.

Yek ji gundiyan Bahattîn Buyukkaya jî diyar kir ku bêyî destûra wan erdê wan hatiye desteserkirin û anî ziman ku qebûl nakin ku erd bê firotin. Buyukkaya, bi lêv kir ku li bendê ne ku şêniyên navçeyê hesasiyeta wan fêm bikin.

Gundiyan piştî daxuyaniya li ber şaredariyê dan, ji wir çûn.