spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin tecrîdê nîqaş dikin

Kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiye ve” dane destpêkirin didome. Di çarçoveya kampanyayê de jin li kuçe, tax, gund û bajaran xebatên xwe didomînin û rastî eleqeyeke mezin tên. TJA’yê li Şirnexê di çarçoveya kampanyayê de li eywana konferansan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civînek li dar xist. Endam û rêveberên rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên navend û navçeyan, Parlamentera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, aktivîstên TJA’yê, endamên DBP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên civaka sivîl tev li civînê bûn. Jinan di civînê de tecrîd, tundiya li ser jinan û têkoşîna jinan a li dijî êrişên ser destkeftiyên jinan nîqaş krin. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Parlamentera HEDEP’ê Newroz Uysal di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Uysal, gotinên Abdullah Ocalan ên bi destpêkirina komploya navneteweyî re bi bîr xist ku digot; “Ji bo min Projeya Mezin a Rojhilata Navîn hate kirin. Xwestin rolekê bidin min û ez vê rolê pêk bînim. Min qebûl nekir. Ji ber ku min qebûl nekir jî ez bi komploya navneteweyî re rû bi rû mam.” Uysal, wiha domand: “Komplo di sala 1993’yan de dest pê dike. Di sala 1998’an de birêz Ocalan ji bo agirbestê bang dike. Di vê pêvajoyê de li hemberî birêz Ocalan amadekariyên sûîqestê hatin kirin. Xwestin di şexsê birêz Ocalan de li hemberî vê pergalê nerazîbûnek çênebe. Lê pêşî li vê nerazîbûnê nehate girtin. Birêz Ocalan dev ji israra xwe ya aştiyê berneda û hêj jî ji bo vê têdikoş e.”

Civîna jinan bi nîqaşan didome. Civîn dê sibê bi tevlibûna hevserok, endam û rêveberên mêr jî bidome.