3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

SZK’ê “Rêzimana Kurmancî” da nasandin

SZK’ê pirtûka “Rêzimana Kurmancî” ku amade kiribû li Qamişlo bi rewşenbîr, nivîskar û rojnamegeran da nasîn.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK), pirtûka “Rêzimana Kurmancî” ku demeke dirêj bû li ser dixebitî, xebatên temam kir û hefteya borî çap kir. SZK’ê, li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê merasîmek li dar xist û “Rêzimana Kurmancî” bi amadebûna rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, mamosteyên zimanê kurdî û rêveberên dibistanan da nasandin.

Hevseroka SZK`ê û yek ji amadekarên “Rêzimana Kurmancî” Viyan Hesen, di merasîmê de axivî û diyar kir ku li rojavayê Kurdistanê bi dehan sazî û dezgehên bi ziman re eleqedar dibin hatine avakirin, lewma pêdiviya wan bi standarteke yekgirtî heye. Viyanê, destnîşan kir ku wan weke SZK’ê xebata çêkirina standartekê wekî erka xwe dîtiye û xwestiye bi vê pirtûkê zimanê kurdî di qonaxeke din a vejandinê re derbas bikin.

Wê berhemên nû çap bikin

Viyanê, li ser amadekirina pirtûkê jî ev agahî parve kirin: “Me di heyama 3 salan de amade kir, girîngiya xebatên SZK`ê jî di yekkirina zimanê kurdî de ye. Bi vî awayî me xwest yekrêziya zimanê nivîsê jî çêbikin. Ji bo pêkanîna erka xwe em ê di demên pêş de berhemên din derxînin.”

Beşên ‘Rêzimana Kurmancî’

Amadekarê din ê pirtûkê Ferhad Mûsa jî naveroka pirtûkê vegot û der barê mijarê de ev agahî dan: “Pirtûk ji beşên dengnasî, morfolojî (peyvsazî), ristesazî (hevoksazî), watenasî, rastnivîsîn û xalbendî pêk tê. Me xwest bikaranîna rast a têgehan, ristesazî, rastnivîsê destnîşan bikin.”

Piştî danasînê, pirtûka “Rêzimana Kurmancî” ji bo xwîneran hat îmzekirin.