spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Bi hezaran şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî bi boneya piştgiriya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Bi hezaran şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî ji bo piştgiriyê bidin pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” meşiyan. Meşê ji pêşiya Mizgefa Mezin a navçeyê dest pê kir. Girseyê pankertên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Berxwedana me dê bi serkeftinê bi encam bibe” vekirin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan. Girseyê dirûşmeyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin berz kirin.

Meş li çarxerêya şehîd Cûdî veguherî mitîngê. Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê kantona Girê Spî Sabrî Nebo axivî û tecrîd şermezar kir. Nebo bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên li dijî girtiyên azadiyê û diyar kir ku dê têkoşîna gelên azadîxwaz heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bike. Hêzên Parastina Cewherî-Jin a herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo pêngava cîhanî ya bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” nîşan da.