15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tişta ji dil bê parvekirin loqme ye

Dayîna loqme di civaka elewî de cihekî gelekî girîng digire. Meral Kaya ya ku li Mekanê Bawa Duzgi loqme dida wiha got: “Loqme ne tenê serjêkirina sewalan e. Her tiştê ku ji dil li xelkê bê belavkirin, loqme ye.”

Wekî her ol û baweriyên civakî di baweriya elewiyan de jî gelek cih û rîtûelên pîroz hene. Elewî serdana van cihan dikin, rîtûelên baweriya xwe pêk tînin loqme, xêr û xêratan belav dikin. Mekanê Bawa Duzgi yanî Bava Duzgi jî cihekî girîng ê ji baweriya elewiyan e. Mekanê Bava Duzgi li Qisleya Dêrsimê ye. Rojane bi sedan elewî tên serdana Bawa Duzgi li vê derê rîtûelên xwe yên olî pêk tînin, loqme, xêr û xêratên xwe belav dikin.

Ev çand û kevneşopiya belavkirina loqme rîtûeleke girîng e. Dema loqme tê çêkir û belav kirin herkes tiştê ji destê wan tê bi awayekî hevpar dikin. Me jî li Cemxaneya Komeleya Bava Duzgi ji vê yekê re şahidî kir. Komeke ku ji 25 kesî pêk dihat ji herêma Meletiyê hatibûn serdana Bava Duzgi û li vê derê loqme belav dikirin. Derbarê vê rîtûela pîroz de yek ji endama komê Meral Kaya ji me re axivî.

Meral Kaya diyar kir ku wan komek ava kiriye û ew bi vî awayî serdana ziyaretên ku di çanda elewiyan de cihê girînge dikin û wiha got: “Kesên di komê de ne, ne ji malbatekê ne lê êdî bûne wekî malbatekê. Ji ber ku em hem malbat in hem rêheval in. Serokê komê jî heye, navê wî Mîkaîl e. Ew ji bo serdanên ziyareta geryanan organîze dike. Pêdiviyên ji bo gerê û serlêdana ziyaretê Mîkaîl amade dike. Serokê komê ji heywanên qurbanan bigire heta birinc, malzemeyên seletê, fêkî, kelûpelan, bi kurtasî ji bo serdanê û dayîna xwarinê her tiştî ew saz dike. Ev 12 sal in ev koma me heye. Em bi piranî di mehên havînê de geryan organîze dikin. Em li hêviya havînê ne ji ber ku em dikarin havînê biçin serdana cihê pîroz. Ji ber ku di mehên zivistanê de şert û merc dijwar in, çûn û hatin, çêkirina xwarinê û belavkirina wê zehmet e. Em vê hefteyê hatin vê ziyaretê. Em ê piştî du hefteyan biçin serdana cihekî din. Heta serma were em ê li ser ziyaretan bigerin. Em du hefteya carekê li ser ziyaretan digerin.”

Lêçûn di nav hev de tê parvekirin

Heqê loqmeyên ku tê belavkirin koma ku tê van deran di navbera xwe de kom dikin. Her wiha yên nikarin werin lê dixwazin xêra wan jî tê de hebin heqê qurbanê didin. Jixwe qurban, loqme yanî xêrata ku tê çêkirin û belavkirin bi awayekî dildarî pêk tê. Yê ku vê yekê organîze dike lîsteya lêçûn amade dike serokê komê ye. Kaya, der barê mijarê de wiha got: “A rast lîste ne tenê ji bo qurbanê, ji bo hemû lêçûn û serlêdana ziyaretê tê amadekirin. Lêçûn di nav hemû canên di lîsteyê de wekhev tê parvekirin. Ji bo me kesên ku loqmeyê belav dikin, hijmara kesên ku loqmeyê dixwin zêde be baştir e. Yên ku wê xwarinê dixwin ji me re bibêjin ‘Xwedê qebûl bike’ ji bo wan bas e.”

Pir şad dibe

Kaya li ser hesasiyeta çêkirin û belavkirina loqmeyê wiha domand: “Min xwarin çêkir. Dema xwarinê ji bo loqme çêdikim, ji bo tamkirinê jî ez naxwim. Ji ber ku li gorî me ew xwarin heqê herkesî ye. Dema ez xwarinê belav jî dikim ez bi vê hesasiyetê dikim. Ez dibêjim bila xwarina herkesî wekî hev be. Dema ez ji destpêkê heta dawiyê di loqmayê de kedê didim pir şad dibim.”

Yekitî û hevgirtin

Kaya bi lêv kir ku loqme ne tenê serjêkirina sewalan e û ev tişt bi me re parve kir: “Carina kesên li derveyî vê komê dibêjin em bi hev re biçin serdana ziyareta jî em qebûl nakin. Ji ber ku hatina bi vê komê re me bêtir şad dike. Di her serdana cihên pîroz de em loqmeyan belav dikin. Loqme ne tenê serjêkirina sewalan e. Her tiştê ku ji dil li xelkê bê belavkirin loqme ye. Mesela me li ziyareta Zerbandayê ya li Semsûrê eşûre li xelkê belav kir. Ji bo me tiştê ku were xwarin dibe loqme. Bes bila ji dil û can be. Em bi vê komê re li gelek bajaran çûn serdana cihên pîroz. Mesela em çûn ser ziyareta Haci Bektaş, Abdal Mûsa, Pir Sultan Abdal, Batal Gazî, Dayika Elîf, Pîr Azîz, Huseyîn Gazî, Zeynel Abîdîn û Zerbana yê. Em kesên di vê komê de wekî jin û mêr li hev nanêrin. Herkes di çavê hev de wekî canekî ye. Ev paqijî û dirustiya dilê me ye. Ji ber ku li vir civakbûn heye. Ez dixwazim ku ev di nifşên pêşerojê de jî bidome. Ji me re tu cudahiya mirovan ji hev tune. Tiştê ku em dixwazin ew e ku mirov bi gotinên xwe re rast be.”