spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeta Dadgehê li salona vala şahidê nepen guhdarî kir

Danişîna doza Kobanê îro jî berdewam kir. Heyeta dadgehê li salona vala şahidê nepen guhdar kir

Rûniştina sêyemîn a danişîna 38’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya pêk hat. Doz, bi parastina parêzerên siyasetmedara girtî Aynûr Aşan berdewam kir.

Siyasetmedar Aynûr Aşan û Zeynep Karaman di danişînê de amade bûn. Parêzer Ebrû Akal parastina xwe berdewam kir û têkildarî îfadeyên şahidên nepen û eşkere yên di îdianameyê de axivî. Akal, anî ziman ku îfadeyên şahidê nepen Ulaş ên derheqê miwekîla wê de binakok in, hev nagirin, bi rêbaza kopîkirinê li dosyayê hatine zêdekirin îfadeyê wî bi awayeke derusûlî hatiye girtin.

Akal wiha got: “Ulaş, ji bo Zeynep Olvecî dibêje ku berpirsyara ji bûyeran e. Lê di hizûra we de got ku Zeynep Olvecî raste rast nas nake û derheqê wê de agahî li ber destê wî nînin. Tenê li ser texmîn û dibêtiyan diaxive. Piştî ku şahid ketiye nava nakokiyê, we pirsa xwe guherand û we hewl da vê rewşê ji holê rakin. Lê belê eşkere bû ku îfadeyên Ulaş rast nînin. Tu hukmê îfadeyên Ulaş nînin. Soza şahidê nepen Ulaş li gorî usûlê nehatiye girtin. Ji bo me tu wateya soza wî nîne lê we soza wî li gorî usûlan negirt. Lewma em dixwazin ku îfadeyên wî yên di dema teqîbatê de ji dosyayê bên derxistin.”

Akal bal kişand ser îfadeya şahidê eşkere Samî Baran ku ji bi miwekîla wê digot ‘Di nava TJA’yê de xebatên jinan dimeşîne û di koordînasyona hilbijartinê de cih girtiye’ û wiha anî ziman: “Dema Samî Baran di bin çavan de, dosyayên wî di qonaxa lêpirsînê de bûn. Hewldanên Ahmet Altun ên wê demê bi awayekî biencam bûn û Samî Baran dibe şahid. Samî Baran ji ewil weke gumanbar di dosyayê de cih digire û piştre dibe şahid. Îxtîmalekî meizn e heman rêbaz ji bo şahidên din jî hatiye bikaranîn. Lewma divê qîmet bi îfadeyên Samî Baran neyê kirin. Di hizûra we de gotibû ku nizane di 6-8’ê Cotmehê de kê çi kiriye û wiha dom kiribû; ‘Dibe ku memûrên li wê derê hinek tişt ji min pirsî bin. Dibe ku min derveyî îradeya xwe tiştek gotibe. Wê demê min derman bi kar di anîn lewma hişê min li serê min nebû. Ez di nava mekanîzmaya rêxistinê de nînim.’ Divê bi tu awayî qîmet bi gotinên kesekî ev îfade daye neyê kirin. Her wiha derheqê miwekîla min de jî tu tiştek negotiye. Îfadeyê derheqê miwekîla min Aynûr Aşan de bi darê zorê hatiye girtin. We li vir teşhîr kir. Dema kamera li miwekîla min zoom kirin, Samî Baran tenê got; ‘belê, ew jî kadroya rêxistinê ye.’ Ez jî dikarim li cihê xwe rûnim û ji bo her kesî bibêjim endamê/a rêxistinê ye.”

Bi zorê îfade girtine 

Di berdewamê de Akal daxuyand ku şahidê nepen MLZ jî derheqê miwekîla wê de tu îfade nedane û wiha pê de çû: “Di dema teqîbatê de bi darê zorê û bi awayekî derhiqûqî îfadeyên vî şahidî jî hatine girtin. Anku îfadeyên vî şahidî mîna lênûsa dikandar e. Ji bo miwekîla min tenê dibêje kadroya rêxistinê ye. Lewma dibêjim ku hûn nikarin gotinên wî esas bigirin. Dixwazin îfadeyên wî ji dosyayê bên derxistin.”

 Şahin hin caran aşkere hin caran nepen e

Parêzer Akal, têkildarî şahidê nepen ABC123 ku navê wî yê eşkere Merdan Ruştu Ovalioglû ye jî wiha got: “Têkildarî miwekîla min îfade dane. Hem bi sîfetê şahidê nepen hem jî yê eşkere îfade dane. Şahid ABC123 weke ku kesekî metnek dabe destê wî û li wir xwendibe tevgeriya. Ji hêla hiqûqî ve hewceye şahid ABC123 cidî neyê girtin. Di îfadeya xwe ya dadgehê de ji bo miwekîla min dibêje; ‘dema min di nava xebatan de ajokarî dikir, Aşan di bin sîwana KCK’ê de xebat dimeşand.’ Tişta esasî ya ku derheqê Merdan de dibêjim ev e; ji ewil şahidiya eşkere û piştre ya nepen kiriye. Di dawiya dawî de dive gotinên wî esas neyên girtin.”

Akal, got ku şandeya dadgehê xwe xistiye şûna meqama lêpirsînê û cara ewil li eywana dadgehê li şahid guhdarî kiriye.

Akal, herî dawî jî bal kişand ser şahidê nepen Mahîr û wiha derbirî: “Di hizûra dadgehê de lê hate guhdarîkirin lê alî tune bûn. Bêyî alî hebin, şandeya dadgehê teşhîr kir. Şahidê nepen Mahîr qala bûyerên 6-8’ê Cotmehê dike. Derheqê tu miwekîlan de îfade nedane. Tekane xisûsek heye, dema hûn dibêjin Aynûr Aşan tenê gotinekê dikin û dibêjin ‘kadro ye.’ Lewma kesekî di qonaxa lêpirsînê de we aniye vê derê û bêyî alî amade bin we lê guhdarî kiriye. Ji ber vê jî îfadeyên wê esas nayên girtin. Ev yek ji bo miwekîla min ne dibe sedema girtinê ne jî sedema cezakirinê. Her wiha diyar nîne bê ka Mahîr çawa li dosyayê hatiye zêdekirin. Weke şahidên din, em wisa texmîn dikin ku Mahîr jî ji ewil kirine gumanbar û piştre jî weke şahid li dosyayê hatiye zêdekirin. Weke encam, di qonaxa lêpirsînê de îfadeyên wî yên derheqê miwekîla min de nînin ji ber vê yekê teşhîsa we ya di qonaxa teqîbatê de esas nayên girtin. Ji ber ku di CMK’ê de rêgeza lêkolîna di cih de hatiye rakirin. Dadgeha we ji bo îspatkirina sûc tenê girêdayî delîlên di îdianameyê de ye.”