4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kerkûkê ji ber barana zêde lehî rabû

Li gundê Bacwanî yê Kerkûkê ji ber lehiyê xaniyek rûxiya û di encamê de dayîkek li gel du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan.

Duh bi şev li Kerkûkê baranek zêde bariya, ji ber baranê lehî rabû. Li gundê Bacwanî yê Kerkûkê xaniyek ji ber lehiyê rûxiya.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke ji nexweşxaneya Keywen a Kerkûkê hatin girtin, vê sibehê sê cenaze ku yê dayik û du zarokên wê bûn gihandine nexweşxaneyê.

Çavkaniyekî polîsên Kerkûkê jî ji Rojnews re ragihand, her sê kesan ji ber rûxandina xanî ya ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane.