3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di salvegera 34’an a wefata wî de Mihemed Şêxo

9'ê adarê salvegera mirina Mihemed Şêxo ya 34’an e. Ew hunermendekî mezin, dildarekî muzîk, ziman û çanda kurdî, welatparêzekî jidil bû. Di 42 sal temenê xwe de ji bo muzîka kurdî û azadiya kurdan gelek êş û cefa kişandine.

Aylê gulê gula min ê

şîrîna li ber dilê min ê

gulê nadim malê dinê

Ez ber  gulê têm kuştinê

Aylê Gulê ji dehan stranan yek stranek e ku wî gotin, beste û dengê xwe dayê. Dengekî nerm, jidil, bibandor û we tirê ji dûr ve ji dilê xemgîn tê û dilê mirov xweş dike. Dengekî nemir ku weke hê jî mîna duh me di rewşeke zindî de bihîstiye yan jî guhdarî kiriye.

Xwediyê vî dengê nemir hozan Mihemed Şêxo ye. Hefteya em tê de ne (9’ê adarê) salvegera mirina wî ya 34’an e. Ew hunermendekî mezin, dildarekî muzîk, ziman û çanda kurdî, welatparêzekî jidil bû. Wî xwe fedayî muzîk û hunera kurdî kir her wiha şervanekî azadiya kurdan bû. de  Di 42 sal temenê xwe de ji bo muzîka kurdî û azadiya kurdan gelek êş û cefa kişandin.

Sala 1948’an awazê stranan ji dayik dibe

Hunermendê nemirû navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîna Qamişloy’ê tê dinê. Navê wî yê rastîn Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecok ê bi cih dibe. Li vir mirêbetiyê dike.
Şêxo mezinê yanzdeh birayan e. Di sala 1959’an de dest bi xwendinê dike lê sê sal şunde dest ji dibistanê berdidê. Di salên xwe yên dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjiyê dike. Ew, salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan de li Lubnan’ê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrût’ê du salan dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên xwe re bi navê “Koma Serkeftin” komeke muzîkê saz dike.

Hunermend û pêşmerge Şêxo

Mihemed Şêxo xebat û jiyana xwe ya li Lubnanê di sala 1973’an de diqedîne û derbasî başûrê Kurdistanê dibe, li wir mîna hozan û şervanan dixebite, têkiliyên xwe bi hunermendên kurd, ên din re jî saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêle û gelek caran tê binçavkirin. Li ser wê yekê careke din berê xwe dide Îraq ê û di nav refên pêşmergeyan de cihê xwe digire. Bi têkçûna serhildana Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xwe yê muzîkê çend salan mamostetiyê jî dike. Demek şunde rejîma Îranê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û der heqê wî de biryara binçavkirinê digire. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan careke din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin.

Zîndan û huner

Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digirê, diavêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nikare bide birîn. Ew kilamên xwê yê herî baş di heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendiyeke  bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişlo’yê û heta sala 1988’an  gelek berheman diafirîne.
Mihemed Şêxo di 9’ê Adara 1989’an de çû ser heqiya xwe. Li Qamişlok’ê ji aliyê 70.000 kesan ve bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat birêkirin.

Bandora Mihemed Şêxo li ser Muzîka kurdî
Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe kartêkirineke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd ve hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Mihemed Şêxo bi giştî 14 kasêt amade kir  û pêşkeşî  gelê kurd kirin. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistan’ê hatin belavkirin. Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng Ay Lê Gulê ye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.

Berhemên Mihemed  Şêxo

Ay Gewrê
Cana min / Sînem
Koçê Me Barkir
Gulîzar
Ey Felek / Kewê
Êmê
Dil Perîşanim
Nesrîn
Ay Lê Gulê
Nalînek