7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Starta Newroza 2023’yan tê dayîn

Îsal wê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin û diyarî qurbaniyên erdhejê bê kirin. Wê Newroz li 43 navendan bê pîrozkirin û agirê Newrozê yê ewil li navçeya Şemzînanê bê hilkirin.

Newroza 2023’yan dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Newroza îsal dê diyarî qurbaniyên erdhejê bê kirin. Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê starta Newrozê di 10’ê adarê de li Amedê bi deklarasyonê bide. Her wiha bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDP’ê jî dê di 11’ê adarê de deklerasyona Newrozê li Stenbolê bê ragihandin.

Hêrsa ku li herêmên erdhejê mezin dibe û xwe di çalakiyên 8’ê Adarê de da nîşandan di heman demê de dê veguheze qadên Newrozê jî. Qadên pîrozbahiyên Newrozê di heman demê de wê bibe starta rojeva hilbijartinê jî.

Newroza ewil li Şemzînanê ye

Agirê Newroza 2023’yan ê ewilî di 15’ê adarê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bê vêxistin. Li gel pîrozbahiya li 43 navendan wê li gelek navçeyan, gundan û bajarokan bê pîrozkirin û fînala pîrozbahiya Newrozê wek her sal dê di 21’ê Adarê de Amed be.

Di roja 40’î de wê neyê pîrozkirin

Di 16’ê Adarê roja salvegera Qetlîama Helebce û 17’ê adarê roja çilê erdhejê ye dê pîrozbahî neyên lidarxistin.

Li gelek navendan dê di 18’ê adarê û 19’ê adarê de pîrozbahî neyên lidarxistin û bernameyên bîranînê bên lidarxistin.

Newroza raperînê

Tê payîn Newroza îsal ne di asmofera pîrozbahiyê de berovajî vê di atmosferek raperînê de bê pîrozkirin. Axaftvan û hunermendên tev li bernameyên Newrozê bibin dê cilên reş li xwe bikin, dê qurbaniyên erdhejê bi bîr bînin û helwesta dewletê ya di erdhejê de protesto bikin.

Wê agirê Newrozê li 43 navendan bê hilkirin

Navendên ku wê pîrozbahiyên Newrozê lê bên pîrozkirin wiha ne: Amed, Dêrsim, Çewlig, Êlih, Sêrt, Qers, Îdir, Colemêrg, Wan, Agirî, Erdexan, Mûş, li navçeya Depê ya Xarpêtê, li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê, li navçeyên Nisêbin û Qoserê yên Mêrdînê, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê, li navçeya Tetwana Bêdlîsê, li navçeya Kopê ya Mûşê, li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê, li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê, li navçeya Erdîşa Wanê, li bajarên wek Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mûgla, Denîzlî, Manîsa, Çanakkale, Bûrsa û İstanbul û li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê, li navçeyên Bandirma û Ayvalik ên Balikesîrê, li Trakyaya Tekîrdagê, li Gebzeya Kocaeliyê, li navçeya Ermencîk a Aydinê.

Di serî de li 23 bajar û li 20 navçeyan bi giştî wê li hemû bajar, navçe, bajarok û gelek gundên bakurê Kurdistanê agirê Newrozê bê hilkirin û pîrozbahî dê bên lidarxistin.