8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Herin çadira şaredariya Silopiyayê

Felaketa qirn û sedsalê zirarên bi qasî xwe mezin derxistin pêş. Hilweşîna jiyanê, wêraniya mal û hala, êşeke bêhempa derxiste der. Li qadeke ew qas mezin ku nêzî 15 milyon mirov lêdijîn de pêk hat û birînên bijan ku dermankirin û cebarkirina wan dê ne hêsan bin danî pêşiya civakê.

Bê guman mudaxleya qadeke ew qas mezin û fireh di şertên zivistanê de zor e, zehmet e. Bes dewletên mezin ji bo pisgirêkên bi vî rengî hene. Ji bo demên awarte hene û her dem amade ne û pêşiya her kesî digehîjin qadê û mudaxele dikin. Birînpêçan û mal avakirin karê dewlet û saziyên wê ne.

Di vê hêlê de bawerî didin gel û gel bi mudaxeleyên jidil û micid  motîve dikin. Xususî û pênasebûna dewletên ku hêza xwe ji gel digirin bi vî rengî ne. Hemû sazî û bingehên dewletên mezin ji gel pêk tên û demildest di bûyerên wisa de digihîjin gel. Ango dewlet bi qasî helwesta xwe ya di mudaxeleya bûyerê de mezin e û bi gel re ye.

Lê weke tê gotin mezinahiya dewleta tirk dernekete holê. Hêza pesinên wê dihatin dan a milî û xwecihî nehate dîtin. Stûnên wê yên ku wê li ser lingan digirin di erhejê de neçar û bê çare man û hilweşiyan. Heta niha jî  bi ser xwe ve nehatiye û derûniya wê rê neda organizeyeke xurt. Dawiya dawî derkete holê ku dewlet bê amade, bê hêz û bê cidiyet bi felaketeke ew qas mezin re rû bi rû maye.

Ji ber wê yekê, li hincetan digere, gefan tavêje û dixwaze neçarî û lawaziya xwe bi vî rengî veşêre. Lê şûjin naçe di telîsî de. Rastiya wê bi her awahî, rip û rût li ber çavan e. Gel dît û zanî ku pergala yekzilam bêxwedîtî ye. Bêdewletî û bitenêhiştina gel e. Xemsariya li hember pisgirêk û çareseriyên civakê ne. Êdî hate zanîn ku hêza gel hatiye dizîn, dewlet hatiye dizîn û li komeke alîgir hatiye belavkirin. Ji bilî berjewendî û xizmeta ji bo wê koma alîgir dê alîkarî û hawara her kesî/ê qedexe be. An dê hemû hawar û alîkarî li ser navê dewlet û koma alîgir be, yan jî dê neyê qebûlkirin.

Rewşa awarte ji bo qedexe û astengkirinê di berîka wan de ye. Dema pêwîst bû derdixin ser maseyê û dikin fermana qedexe, desteserkirin û astengkirinê. Dewlet û hikumet êdî tenê ev e.

Ji ber wê yeke êdî baweriya gel bi dewletê nemaye û dibêje berde îstîfa bike. Bêbawerîtiya bi dewletê baweriya bi hêzên demokrasiyê derxiste pêş. Êdî gel dît ku têgehan cih guhertiye. Yên di nezera dewletê de terorîst û xirab, pêşiya dewlet û saziyên wê gihane cihê erhejê. Gihane han û hawara gel. Ên ku dewlet dixwaze wan weke dijminên gel bide nişandan ji dewletê bêhtir nêzî gel in, bêhtir di xema êş û jana gelde ne. Ji ber wê ye pêşiya dewletê gihane wan û ew ji bin erhejê derxistine. Êdî tê zanîn ku hêzên demokrasiyê bi organîzeyeke bêhempa ji hêza devleteke bêorganize bêhtir baş û bi wate ye. Ji dewleteke bi wesfên mezinbûn û milî û xwecihî, gefxwar û qedexeker, bêhtir hêzên di xema gel de ne dê bêne  tercihkirin.

Bi mînakeke balkêş dixwazim vê rewşê bînim ziman. Li bajarê Bazarcixê, dema gel ji polîs û bekçiyan xwarin û vexwarin dixwest, polîsan digot, dewlet tune, saziyên dewletê tune ne. Herin çadira şaredariya Silopyayê, ew di her hêlê de dê alîkaryê bide. Jixwe em jî xawarin û vexwarinê ji wê derê digirin. Ev mînak weke qodîk û eyneya rastiyeke dijwar e ku felakete erdhejê derxistiye pêş. Êdî karmend û xebatkarên dewletê bigire heya mexdurên erdhejê, civak û cureyên gel dît ku hêza alîkariyê, ne dewlet, şaredariya Silopyayê û hêzên demokrasiyê ne. Hêzên saziyên sivîl in. Baweriya li hember dewlet û saziyên wê di bin erhejêde maye û stûnên dewletê li ser piyan digirin zirar dîtiye ku bawerî nemaye jê baweriyê bigire.

Ew jî muhîmî û giringiya organîzebûna hêzên civakê û saziyên civakê derdixe holê ku berdewam , şiyar û mayînde be… sekn û helwesta civaka biexlaq û polîtîk pêşerojê bi hêvî dike.