7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şîrketa gendeliyan a Erdogan: Kizilay

Cemaet û terîqetên ku hemû derfetên dewletê ji wan re hatine serbestkirin jî weke fabrîkayeke argumantên îdeolojîk ji desthilata Erdogan re diafirînin.

Şefê faşîst ê tirk Erdoğan çend roj berê gef li kesên ku Kizilay rexne kirin, xwar.

Kesên ku Kizilay rexne dikirin, digot; Kizilay û AFAD’ê alîkarî nedane mexdûrên erdhejê.

Erdogan, di daxuyaniya xwe de heqaret û çêr li wan kesan dikir û Kizilay diparast.

Di demekê de ku mexdûrên erdhejê mal û avahiyên wan hilweşiyane û li kon û starekê digeriyan, Kizilaya ku diviya kon û çadir bigihandana mexdûran, konên di depoyên xwe de firotine komeleya bi navê AHBAP, Yekîtiya Dermansazan û hwd.

Konan naşîne

Kizilayê 2 hezar û 50 kon bi bihayê 46 milyon lîreyên tirk firotine AHBAP’ê. Kizilayê heman rojan bi bedêla 160 hezar lîreyên tirk 5 kon firotine Yekîtiya Dermansazên Tirkiyê jî. Yekîtiya Dermansazan ev kon li herêma erdhejê weke dermanxaneyên sahrayê bi kar anîne.

Di depoyên Kizilayê de bi tonan kon hene lê ev ji bo mexdûrên erdhejê nehatine şandin. Li herêmê hîn bi deh hezaran kes li benda kon û stragehan in. Lê Kizilay van konan ji depoyê dernaxe û naşîne.

Kizilay ku bi xêr û xêratên xelkê ji bo di demên karesatan de bi hewara gel ve biçe hatiye avakirin, karê xwe yê eslî daniye aliyekî bi riya şîrketên ava kirine weke holdîngekê veguheriye saziyeke paravan a AKP-MHP’ê.

Aqûbeta pereyên kom dike

Gendeliya Kizilayê bi firotina kon bi sînor nîn e. Di roja 4’an a erdhejê de 9’ê sibatê hikumeta AKP-MHP’ê bi guhertina qanûnekê pêşî lê vekir ku Kizilay bikaribe pereyên alîkariyê di borsayê de bixebitîne. Kizilay di 9’ê sibatê de agahî da Platforma Serwextkirina Cemaweriyê û aşkera kir ku ji sedî 20’ê perê di qaseya xwe de bi kirîna zêr û zîv wê di borsayê de bide xebitandin.

Weke aqûbeta vî pereyî, bi aqûbeta pereyê ku televîzyonên tirk jî kom kirin, nayê zanîn.

Di wê bernameya hevpar a televîzyonên tirk de 115 mîlyar û 146 milyon alîkarî hat komkirin. Hat gotin ku ew pere wê transferî hesabên AFAD û Kizilayê bê kirin.

Rêvebirên Kizilayê Îbrahîm, Seda û Buşra Yildirim xizmên serokwezîrê berê yê AKP’î Bînalî Yildirim in. Serokê Kizilayê Kerem Kinik di AKP’ê de rêveberî kiriye ku ew jî xizmê Bînalî Yildirim e. Kizilaya veguheriye saziya Erdogan çeteyên dagirkeriya tirk jî xwedî dike.

Tabloyên gendeliya Kizilayê

Îcar heke em li dahat û lêçûnên vê sazûmaniya di destê Erdogan de veguheriye şîrketeke gendeliyê binêrin, em ê fêm bikin bê ka çiqas bi pereyekî mezin re dilîze.

Kadroyên Kizilay û AFAD’ê ku bi temamî ji xizm û lêzimên AKP’ê pêk tên, dahatên saziyê li gorî kêfa xwe bi kar tînin.

Di vê tabloyê de sal bi sal hatin û lêçûnên Kizlayê hatine destnîşankirin.

Di sala 2021’î de nêzî 8 milyar lîre ketiye qasa wê lê hemû jî xerckirî xuya dike.

Di vê tabloyê de jî em çavkaniyên dahata Kizilayê dibînin. Di sala 2021’î de ji sedî 62’yên alîkariyan ji derveyî Tirkiyê hatine komkirin. Ev jî bi qasî 4,91 milyar lîre ye.

Piraniya alîkariyên ji bo Kizilayê jî bi şert hatine kirin.

Alîkariya bişert tê wê wateyê ku Kizilay encax vê alîkariyê dikare ji bo proje û faaliyetan bi kar bîne û bide kesên muhtac.

Em di vê tabloyê de jî dibînin ku sala 2021’î alîkariya bi şert ji sedî 70’yê dahata Kizilayê ye.

Tenê alîkariya çeteyan dike

Îcar Kizilaya ku veguheriye şîrketa şefê faşîst Erdogan di sala 2020’an de bi bedêla 227 milyon lîre û di sala 2021’î de jî bi bedêla 95 milyon lîre kon firotine.

Şefê faşîst Erdogan lojîstîka çeteyên xwe yên li Idlib û Efrînê bi riya Kizilayê tedarîk dike. Kizilay xêr û xêrata ji nav xelkê kom dike ji bo çeteyan xwedî bike bi kar tîne. Kizilaya ji Semsûr, Mereş, Dilok, Riha, Amed, Hatayê re kon nebirin, li Idlibê ji çeteyan re hezar û 300 xanî lê kirine.

Fabrîkayên argumanên îdeolojîk

Li vê derê pirsa esasî ev e, gelo şefê faşîst çawa karibû wisa bi hostatî van gendeliyan bike û kesek jî li ber ranebe? Sedema esasî ew e ku bi riya bazirganiya ol û dîn bi bîr û baweriya gel û civakê dilîze. Ew ji civakê re dibêje, teqdîrî îlahî û plana qederê ye. Cemaet û terîqetên ku hemû derfetên dewletê ji wan re hatine serbestkirin jî weke fabrîkayeke argumantên îdeolojîk ji desthilata Erdogan re diafirînin. Bi vî awayî nava saziyeke xêr û xêratan jî dikarin vala bikin.  Ji bo wê jî serwextbûn û hişyarî lazim e. Hesabpirsîn lazim e.