3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kerkûkê ji bo cotkarên kurd biryareke erênî hat dayîn

Ji aliyê Komîsyona Cîbicîkar a madeya 140’an ve biryarek li ser dagirkirina zeviyên cotyarên kurd a ji aliyê erebên hawirde ve hat dayîn. Li gorî biryarê, tevayî biryarên ku di dema rejîma Beas de hatibûn dayîn û li gorî wan biryaran zeviyên kurdan hatibûn dagirkirin, hatine hrakirin.

Li gorî nivîseke ku îmzeya Serokê Komîsyona Cîbicîkar a Madeya 140 Hadî Amirî li ser e û pêşkêşî Wezareta Çandiniyê ya Iraqê kiriye, tevayî biryarên komîsyona (karûbarên bakur) hatine hilweşandin. Li gorî vê biryarê, zeviyên ku ji aliyê erebên ji derve hatine dagirkirin, wê ji bo xwediyên wan ango kurdan werin vegerandin.

Li gor nivîsê, ji niha û şûn de wê kar bi biryara hejmar 29’an sala 2012’an were kirin. Li gorî vê, biryarên ku di dema rejîma Beas de hatibûn girtin wê werin hilweşandin. Ew biryar jî, taybet bûn bi erebkirina deverên kurdnişîn ên ji aliyê komîsyona karûbarên bakur ve hatibû dayîn. Biryara din jî encûmena bilind a şoreşê bû.

Ev jî di demên derbasbûyî de zeviyên cotyarên kurd ên Kerkûkê ji aliyê erebên ji derve hatine herêmê, hatibûn dagirkirin. Sedemê wê jî ew bû ku heta niha kar bi biryara hejmar 29’an sala 2012’an nedihat kirin. Li gorî yasayên erebkirinê ew zeviyên kurdan hatibûn dayîn erebên ji derve hatine. Ev yek jî bûbû sedem ku gelek caran cotyarên kurd xwepêşandanan li dar bixin û daxwaza mafên xwe bikin.