28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Daraz dê ne Yildiz, dayika li edaletê digere bidarizîne

Di çalakiya Nobeta Edaletê de Malbata Şenyaşar diyar kir ku tevî parêzbendiya Yildizê AKP’î bi dawî bûye jî daraz ji bo îfadeyê bang lê nake lê dê dayika li pêşiya edliyeyê li edaletê digere bidarizîne.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xilas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 819’an de dewam kir. Dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî were pêşiya edliyeyê lewma nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi bîr xist ku dê danişîna doza Emîne Şenyaşar ku bi hinceta “heqaretê” hatiye vekirin sibe were lidarxistin û wiha bang li Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç kir: “Li gel ku parêzbendiya kesê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî daye kirin rabûye jî daraz ji bo îfadeyê bang lê nake. Lê belê heman daraz dê sibe saet di 09.20’an de dayika li pêşiya edliyeyê daxwaza edaletê dike bidarizîne! Heke ev bêedaletî û zilm dê her bidomiya, wê demê wezîr çima hate guherandin?”