2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kobanê di êrîşa balafirên bêmirov de 5 karker hatin qetilkirin

Di êrîşa dewleta tirk a li ser Kobanê de 5 kes şehîd bûn. Hat ragihandin ku 3 ji wan karkerên di heman atolyeyê bûn û her du yên din karkerên avahîsaziyê bûn.

Di êrîşa balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk  li dijî atolyeya sererastkirina erebeyan a li gundê Qesif ê Sirînê (45 km li başûrê Kobanê) de 3 welatî şehîd bûbûn.

Li gorî ajansa ANHA’yê navên kesên ku hatine qetilkirin wiha ye :

Îsmaîl Xellê; zewicî ye, zarokên wî tune ne. Di karê paqijiyê (senkerî) de dixebite û ji gundê Saniî yê Sirînê ye.

Ebdurehîm Hecî; ji gundê Şehîdan ê başûrê Sirînê ye, bavê 6 zarokan bû û di atolyeya (werşe) sererastkirina erebeyan de karê nobetdariyê dikir.

Ebdurehîm Nesan, ji navçeya Sirînê ye, zewicî ye û 7 zarokên wî hebûn, di heman atolyeyê de nobetdarî dikir.

Di heman rojê de, 2 kesên li ser motorsîklêtê li gundê Xirabişk ê Kobanê di bombebarana dewleta tirk de şehîd bûbûn.

Navên wan jî wiha ne:

Gêlo Şêx (37); zewicî û 6 zarokên wî hene. Ji gundê Toqlî yê Kobanê ye û di karê avahîsaziyê de dixebitî. Birayekî wî şehîd e. Piştî şehadeta birayê xwe, Gêlo lawî wî xwedî dikir.

Huzeyfe Hiso; zewicî û 2 keç û 2 xortên wî hebûn, ji gundê Zorava yê rojavayê Kobanê ye û di karê avahîsaziyan de dixebitî.

Her pênc şehîd 7`ê Cotmehê bi merasîmên girseyî li Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê hatibûn veşartin.

Dewleta Tirk ev hefteyeke bênavber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di êrîşên hewayî û topbaranê de binesazî, saziyên jiyanî, malên şêniyan tên hedefgirtin. Di encamê de 46 welatî şehîd bûn, 52 welatiyên din birîndar bûn, zirarên madî yên mezin çêbûn.