28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên 104 qurbaniyan: Têkoşîna edaletê dê bidome

Xizm û malbatên 104 kesên di komkujiya10'ê cotmehê ya li GAR'a Enqereyê de hatibûn qetilkirin, li çiqê komkujiyê 104 kes bi merasimekê bibîr anîn

Malbat û xizmên 104 kesên ku di komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan li cihê komkujî pêk hat daxuyanî dan û 104 kes bibîr anîn. Di bîranînê de destnîşan kirin ku dê têkoşîna edaletê bidome.

Di 10’ê Cotmeha 2015’an de endamên DAIŞ’ê li Qada GAR’a Enqereyê li dijî kesên tev li mitînga “Aştî û Demokratiyê” bûbûn, êrîş pêk anîbûn. Di ser êrîşê re 8 sal derbas bûn. 104 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li cihê hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Malbatên qurbaniyan, kesên birîndar bûn, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên pîşeyî di nav de gelek kes di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê de li derketina metroya Ûlûsê kom bûn. Girse meşiyan GAR’ê. Girsê di meşê de dirûşmeyên “Kujer DAIŞ hevkara wê AKP” berz kirin.

8 salin ji bo edaletê têdikoşin

Piştî girse heta li ber GAR’ê meşiya, ji bo qûrbaniyan rêz girtin. Serokê Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10 Cotmehê Îshak Kocabiyik, diyar kir ku 8 sal in li edaletê digerin û wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Dixwazin tişta tê zanîn dubare bikin; beriya 8 salan du bombeyên zindî yên DAIŞ’ê di hemû noxteyên kontrolê re derbas bûn û destên xwe hêjandin û nava paytextî xwe teqandin. 104 canên me jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 500 kes birîndar bûn. Di pêvajoya darizandinê de derket holê ku komkujiya ku agahiya hemû saziyên dewletê yên bi ewlehiyê re eleqedar pê heye, gav bi gav hatiye. Dewletekê bifikirin ku ji komkujiya li dijî mirovên wê hatiye kirin re bêdeng bimîne.”

Bila bîrdarî bê çêkirin

Kocabiyik, anî ziman ku tê xwestin pêvajoya hiqûqî ya têkildarî komkujiyê bi polîtîkayên necezakirinê re bi dawî bikin û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya darizandinê de me hewl da ku heqîqet derkeve holê û edalet were bicihanîn. Em hêj jî hewl didin. Delîlên ku hevalên me bi hezaran zehmetan danîn holê tune hatin hesibandin. Lêpirsînên dewletê bi xwe û raporên îstîxbaratê yên dikarîn komkujiyê ronî bikin ji nedîtive hatin. Miduriyeta polîsan ji bo agahiyên ku dadgehê ji wan xwestin tenezul nekir ku bêje nînin jî, bersiv neda. Me xwest li cihê ku komkujî pêk hatiye bîrdariyek bê çêkirin, ku ev bîrdarî bibe şîna me, di hişê me yê civakî de Komkujiya 10’ê Cotmehê neyê ji bîr kirin.”

Heta berpirsiyar bên darizandin têkoşîn dê bidome

Kocabiyik, destnîşan kir ku heta berpirsyar li hemberî darazê hesabê bidin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha lê zêde kir: “Kesên bi zilm, zext û heta kuştinê dixwazin me terbiye bikin bila bizanin ku; jiyana ku em dijîn, temenê ku ji birayên me yên madenvan ku li Somayê hatine qetilkirin maye ye. Temenê ji Koray Kaya yê li Madimakê hatiye şewitandin, ferdên Malbata Şenyaşar ên hatin qetilkirin maye. Temenê ji 33 Rêwiyên Xeyalan maye. Temenê 104 xwişk û birayên me yên li vê qadê hatin qetilkirin maye. Xwiş û birayên me, dayik û bavên me, hevrêyên me yên hatin qetilkirin, temenên xwe weke deynekê ji me re hiştin. Ev deyn dikare bi têkoşîna ji bo edaletê, aştiyê, wekhevî, xwişk û biratiyê bê dayîn. Em bi biryar in ku vî deynî bidin.”

‘Desthita şirîkê komkujiyê ye’

Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk jî anî ziman ku desthilat şirîkê komkujiyê ye û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê û hiqûqê ya esas ew e ku kesên rê li ber komkujiyê vekirine derkevin pêşberî darazê û edalet pêk were.”

Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû jî wiha axivî: “Komkujiya ku beriya 8 salan li vê meydanê hat kirin, di rastiyê de yek ji kevirên rêya tirkiyeyê bû ku îro hewl tê dayîn li me bê ferzkirin. 8 sal berê, di navbera du hilbijartinên ku encamên wan nehatin qebûlkirin û dubarebûn de, li tevahiya Tirkiyeyê em li vê meydanê ji bo aştî, ked û demokrasiyê hatibûn cemhev.”