6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Uçar: Li Mexmûrê mizgeft bombe kirin

Hevperdevka Partiya Çepên Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, di civîna partiya xwe de axivî û diyar kir Destûra Bingehîn a ku Erdogan qalê dike xizmeta demokratîkbûna Tirkiyeyê nake û pêdivî bi Destûra Bingehîn a demokratîk û sivîl heye.  Uçar li ser êrîşên Tirkiyeyê jî rawestiya û destnişan kir ku balafirên Tirkiyeyê li Mexmûrê mizgeft bombe kirin. Lê rêxistinên navdewletî li dijî vê yekê bêdeng in

Partiya Çepên Kesk civîna xwe ya heftane li  meclisê pêk anî. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser komkujiya GAR’a Enqereyê, xizaniya li Tirkiyeyê û amadekariya Destura Bingehîn.

Çîgdem Kiliçgun Uçar, ewil li ser komkujiya GAR’ê rawestiya û anî ziman ku heta niha kujer nehatine darizandin û DAIŞ dîsa li Tirkiye kare xwe berdewam dike. Uçar, da zanîn ku bersîva DAIŞ’ê bi edalet, aştî û demokrasiye tê dayîn û wiha got: “Têkoşîna me ya ji bo kujer bên darizandin û cezakirin dê bidome. DAIŞ hêj li Tirkiyeyê serbesd digere. Divê edalet pêk bê.”

Mizgeft bombe kirin

Uçar bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava û wiha got: “Li ser farmana  Wezîrê Karên Derve ango wezîrê şer Hakan Fidan di 4’ê cotmehê de êrîşên li dijî Başûr û Rojava zêde bûn. Li Mexmûrê mizgeft hat bombekirin. Li Rojava 29 welati di êrîşên hewayî de hatin qetilkirin. Di encama êrîşan de xizmeta binezaiyê têk çû. Ji ber van êrîşan bi milyonan ji xizmeta binesaziyê ya wekî av, ceyran û hwd bêpar hatin hiştin. Ev kiryarên ku ew dikin sûcên şer e. Rêxistinên navdewletî li hemberî vî sûcê şer bêdeng in. Divê êdî vê yekê qebûl nekin.”

Binçavkirin û girtin zêde bûne

Uçar, destnişan kir ku mirovên tênê aştî û edaletê dixwazin rastî zext û tundiyê tên û wiha got: “Di rojên dawî de bi sedan endam û rêveberên partiyên me hatin binçavkirin. Herî dawî li Îzmirê Hevserokên partiyên me yên Îzmirê û  Bûcayê hatin girtin.”

Uçar, bang li saziyên navneteweyî kir u xwest li dijî vî sûcê şer bêdeng neminin û denge xwe bilind bikin.  Uçar bal kişand ser qeyrana aborî jî û wihagot: “Qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe. Bi milyonan mirov mahkûmî birçîbûnê hatine hiştin. Li gorî lêkolînan 56 milyon bi xizaniyê û 29 milyon mirov jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Em dixwazin lêçûna heqê herî kêm li gorî pîvanên xizaniyê bên diyarkirin. Em dixwazin heqê herî kêm 22 hezar bin. Em heqê ku li teqawîtan ferz dikin qebûl nakin.”

Uçar bal kişand ser Destûra Bingehîn û wiha berdewam kir: “Yek ji rojeva sereke ya Erdogan jî Destûra Bingehîn e. Lê divê destura bingehîn li gorî pîvanên demokrasî û sivîl bê amadekirin. Destûra Erdogan dixwaze xizmeta demokrasiye nake. Ne Destûrek bingehîn a sivîl e.”