19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Mihmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin’

Hevalê Mehmed Uzun nivîskar û rewşenbîr Seyîdxan Anter behsa Uzun kir û da zanîn ku “Mihemed dixwest wêjeya kurdî bike wêjeyeke hemdem û wî bi wêjeya xwe, xwe li cîhanê da qebûlkirin.”

“Ez ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê hatim Amedê” xwediyê vê hevokê nivîskarê kurd Mehmed Uzun e û bi ser koça dawî ya wî re 16 sal derbas bûn. Uzun di 54 saliya xwe de roja 11’ê cotmeha 2007’an ji ber nexweşya peneceşêrê ku lê peyda bûbû, li Amedê koça dawî kir. Li Kurdistan, Tirkiye û Swêdê û gelek welatên din ên cîhanê xwînerên Uzun wî weke stûneke wêjeyê dibînin. Uzun di 1’ê çileya 1953’yan li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji dayik bû. Ji ber fikrên xwe yên siyasî û kurdbûnê ew neçar dimîne ku koçî Swêdê bike. Nivîskarê ku ji ber xebatên xwe yên di warê wêjeya kurdî de gelek caran ji aliyê rejîma siyasî ya wê serdemê ve “bi heqareta li tirkbûnê, cudaxwaziyê û piştgirîkirina terorê” dihat sûcdarkirin demeke dirêj li sirgûnê jiyan kir û tenê di salên dawî yên jiyana xwe de karibû vegere welatê xwe. Uzun ku di warê roman, hevpeyvîn, gotar, vegotin û nirxandinan de nêzî 20 berhem nivîsandine, romanên xwe bi kurdî û berhemên xwe yên din ên wêjeyî jî bi kurdî, tirkî û swêdî nivîsandine.  Ji salên 1990’î û vir ve 7 romanên ku wî bi kurdî nivîsandine li Tirkiyeyê hatin weşandin.

Berhema dawî neqedand û koça dawî kir

Nivîskar Uzun ku di gulana 2006’an de bi nexweşiya pençeşêra mîdeyê ketibû, piştî demekê li Nexweşxaneya Karolînska ya Stockholmê tedawî dît, di 13’ê tîrmeha 2007’an de hat Amedê. Uzun gava hat Amedê got ku “Ez ne ji bo mirinê, ji bo bijîm hatim vir” û li nexweşxaneyek taybet a li Amedê tedawiya xwe domand. Di vê navberê de wî dest bi nivîsandina romana ku navê wê “Hêviya Auerbach” kir. Lê belê berî ku ew bikaribe wê romanê û romanên din ên ku wî plan dikir binivîsîne, di 10’ê cotmeha 2007’an de li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Uzun li ser wesiyeta wî li Goristana Deriyê Mêrdînê hatiye veşartin. Nivîskar û siyasetmedarên navdar Yaşar Kemal, Şerafettîn Elçî, Ahmet Turk û Osman Baydemîr di merasîma cenazeyê Uuzun de axivîbûn û bi sedan nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd beşdarî merasîma cenazeyê wî bûbûn.

Nivîskar û rewşenbîr Seyîdxan Anter ku hevalê Mehmed Uzun e têkildarî salvegera koça dawî ya hevalê xwe li ber gora wî ji nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Bazîd Evren  re axivî.

‘Wêjeyê her tişt ne nivîsandî ye’

Anter anî ziman ku têkiliya wî û Uzun di xebat û civînên ku ji bo yekitiya kurdan ên li Ewropa dihatin lidarxistin de çêbûye. Anter diyar kir ku Uzun di mijara yekitiya kurdan de gelek çalak bû û çirûskek li ku dîtiba xwedî lê derdiket, dixwest paya wî jî tê de hebe. Anter wiha got: “Mihemed Uzun her tim dixwest ciwan pirtûkên wî bixwînin. Meraqeke zarokan li ser bû û dixwest zanyariyeke pîran jî bi dest bixe. Lewma Uzun ji bo wêjeya kurdî xwe êşand û bi ser ket. Balkêş bû ku gava nivîskarê Portekîzî Jose Saramago xelata nobelê wergirt de, gotibû ku ‘Wêjeyê her tişt nivîsandiye’. Piştî çend rojan Uzun di rojnameya rojane ya herî mezin ya Swêdê Dagens Nyheterê de gotarek parve kir û bersiva Saramago dabû ‘Na wêjeyê her tişt ne nivîsandî ye. Tecrûbeya gelên hatine qedexekirin, rastiyê zilm û zextan hatin û neheqiyên dîrokî yên li wan hatiye kirin hêj jî nehatiye nivîsandin’. Mihemed jî dixwest di wêjeya xwe de vê yekê pêk bîne. Heta radeyekê bi ser jî ket.”

‘Xwe li cîhanê da qebûlkirin’ 

Anter diyar kir ku Uzun tu carî bi awayekî teng li siyasetê nenêriye û piştî dest bi nivîsînê dike û hewl dide wêjeya kurdî bike wêjeyekî hemdem. Anter anî ziman ku wêjeya Mehmet Uzun wêjeyek xurt e û axaftina xwe wiha domand: “Wêjeya Mihemed xwe li hemû cîhanê da qebûlkirin. Heke wêjeya te xurt nebe, tu nikarî xwe li cîhanê bidî qebûlkirin. Mihemed gava berhemên xwe dinivîsand, metodên cuda bikar anî. Metoda ‘Evdalê Zeynikê’ û ‘Tu’, ‘Siya Evînê’ û ‘Bîra Qederê’ ne weke hev in. Ez dikarim bibêjim ku Mihemed ne tenê ji aliyê wêjeya kurdî, ji aliyê wêjeya cîhanê de jî têra xwe hebû. Niha di rojeva kurdan de Peymana Lozanê heye. Gava min ‘Bîra Qederê’ xwend, meseleya Lozanê ji bo min gelek eşkeretir bû. Mehmed Uzun di navbera nifşê nû û nifşê kevn de bûye pirek. Ew dîrok bi şêweyekî gelek hoste gihandiye me. Mesela ‘Hawara Dîcleyê’ ne tenê hawara kurdan e, hawara gelek netewên din ên ku em bi hev re dijîn e. Lewma bi qasî ku ji destê Mihemed dihat dixwest tecrûbeya kurdan bigihijîne me. Mihemed karekî biserketî kiriye.”

‘Peyama wî diyaloga di nava kurdan de bû’

Anter da zanîn ku Uzun ji neheqiyê gelekî aciz û xemgîn dibû. Anter destnîşan kir ku peyama Uzun her tim diyaloga di navbera kurdan de bû û gelek caran pêknehatina diyalogê jî ew xemgîn dikir. Anter axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi qasî ku em karibin berhemên Mihemed di nava xwe de gûftûgo bikin û qedr bidin wî, em dikarin ewqas qedr bidin hev du jî. Ji ber ku Mihemed bi rastî jî xezîneyek e û em mecbûr in xwedî li wî derbikevin. Lê, bi çavekî rexnegir. Hêvî dikim ciwan hemû bi çavekî rexneyî berhemên Mihemed bikin rojeva xwe. Gava koça dawî kir, gelek kes xwedî li wî derketin. Gava Mihemed hatibû Amedê ku Amed ji bo wî cihekî gelekî cuda ye, danûstandina wî û gel zêdetir bû. Wê çaxê tevgera azadîxwaz a kurdan, gelê kurd û şaredariyên ku di destê kurdan de bûn, çi ji destê wan hat kirin ji bo Mihemed û ez bawerim Mihemed niha di gora xwe de rehet e. Ji xwe wî jî xwestibû ku Osman Baydemîr, Ahmet Turk û Şerafettîn Elçî li ser tirba wî axaftinê bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku sibê bîranîna Mihmed Uzun li Amedê tê lidarxistin. Merasîmên bîranînê pêşî seat 14’an li ser gora Mihmed Uzun û seat 16:30 jî li qonaxa Zerzewanê bi guftûgo û panelekê berdewam dike.