6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya şerê Israîl û Hemasê giran dibe

Hejmara qurbaniyên şerê ku bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê dest pê kir, her ku diçe giran dibe. Di dema ku Îsraîl dorpêçek tam li ser Xezzeyê digirt, hat ragihandin ku li Îsraîlê 1500 çekdarên Hamasê kuştî hatine dîtin

Şerê ku Hemasê di 7’ê cotmehê de bi avêtina bi hezaran roketan ber bi Israîlê ve û derbasbûna çekdarên Hemasê ya nava niştecihên Israîlê û dest pê kir, her ku diçe encamên wê girantir dibin.

Îsraîl ragihand ku wan bajarokên li başûrê welêt ên ku ji hêla Hamasê ve hatibûn dagirkirin, ji nû ve bi dest xistine.

Tel Aviv di daxuyaniya xwe de ragihand ku zêdetirî 900 kes li eniya Îsraîlê di encama avêtina rokêtan û ketina çekdarên Hemasê de hatine kuştin. Hat diyarkirin ku li Îsraîlê 2 hezar û 216 birîndar hene.

Li Xezzeyê di encama bombebarana Îsraîlê de herî kêm 700 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rayedarên herêmê hejmara birîndaran bû 3 hezar û 727.

1500 şervanên Hemasê hatine kuştin 

Artêşa Îsraîlî îro ragihand ku wan termên 1500 çekdarên Hamasê li Îsraîlê ji roja Şemîyê vir ve dîtine.

Hat diyarkirin ku di roja çaremîn a şer de, artêşa Îsraîlê “hema bêje bendava sînorê bi Xezeyê re ji nû ve kontrolkirin.”Lê belê hat diyarkirin ku dibe ku ketina hundir berdewam bike. Berdevkê artêşê her wiha got, ji şevê din ve ji Xezzeyê derbasî Îsraîlê nebûye.

Dema ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gefa êrîşeke “bi tundî ya nedîtî” li dijî Zîvala Gazayê xwar, artêşê zêdetirî 300 hezar leşkerên yedek seferber kir.

Sivîl jî hedef girtin

Berdevkê artêşa Îsraîlî got ku parlemento û wezaretên sivîl ên li Xezeyê jî “armancên rewa ne”. Berdevk got: “Eger çekdar ji cihekî wiha rokêtekê biavêje, ew dibe armanca leşkerî.”

Hemasê gefan dixwe

Li aliyê din Hamasê jî li hember bombebarana Xezzeyê gefa îdamkirina esîrên israîlî xwar. “Her dema ku gelê me were armanc kirin, ew ê bibe sedema darvekirina girtiyekî sivîl ê israîlî.”

Lubnan bi fikare

Sê endamên Hizbullahê duh di bombebarana Îsraîlê de li başûrê Lubnanê hatin kuştin. Hizbullahê li bakurê Îsraîlê jî du baregeh bombebaran kirin. DYA’yê hişyarî da Hizbullahê ku li dijî Îsraîlê eniyeke duyemîn veneke.

Gelo haya Netanyahu ji êrîşê hebû?

Hat ragihandin ku îstixbarata Misirê deh roj berê ji ber tehdîda Şerîda Xezzeyê hişyarî daye Netanyahu. Ev îdîaya rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahranoth e ku ew rojnameyeke sereke ya Israîlê ye.

Vê rojnameyê, li ser zarê çavkaniyekî li Qahîreyê îdia kir ku servîsên îstîxbarata Misrê beriya bi deh rojan êrîşa surprîz ya Hamasê bi serokwezîrê Îsraîlê re par vekiriye û ji ber “pêşketinên neasayî” hişyarî daye wî.

Serokê îstîxbarata welatê cîran, ku gelek caran di navbera Îsraîl û Hamasê de navbeynkariyê dike, ragihand ku dibe ku “operasyonek tirsnak” ji “rêveberiya Gazzeyê” pêk were.

Karbidestê ku navê xwe neda, ji Associated Press re got: “Me hişyarî da wan ku rewş dê di demek nêzîk de biteqe û ew ê girîng be. Lê wan van hişyariyan kêm nirxand,” karbidestê ku navê xwe neda got.

Îmarat hişyarî da Şamê

Malpera nûçeyan a Amerîkî Axios îdia kir ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) hişyarî daye Serokê Sûriyê Beşar Esed “Ji bo ku destwerdana şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de neke û rê nede ku ji xaka Sûriyê êrişî Îsraîlê bike.” Malper vê îdia li ser agahiyên ji du çavkaniyên dîplomatîk ên ji Îmarata Erebî belav kiriye.