27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kobanê Hefteya Wêjeyê

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyê dike ku ‘Hefteya Wêjeyê’ li Kobanê li dar bixe.

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya rewşenbîr û wêjeristên li herêmê dê di 29′ê nîsanê de çalakiya “Hefteya Wêjeyê” li dar bixe.

Çalakî her sal li bajarekî tê lidarxistin û panel û semînerên li ser wêjeyê tê de hene. Par li Qamişloyê hatibû lidarxistin.

Endamê Dîwana Wêjeyê Aras Hiso têkildaîr mijarê axivî û wiha got: “Saziya Dîwana Wêjeyê her sal pirtûkan dinirxîne û dixwîne, destekê dide helbestrist û nivîskaran. Ji wê zêdetir jî salane çalakiyan li dar dixe, mîna Hefteya Wêjeyê. Par li Qamişloyê bû, îsal jî dê li Kobanê be.”

Hiso wiha domand: “Dê îsal çalakî di 29′ê nîsanê de dest pê bike û 4 rojan dewam bike û temaya wê Melayê Cizîrî be.”

Aras Hiso diyar kir ku armanc ji lidarxistina çalakiyê li Kobanê piştgirîdayîn û pêşxistina çalakiyên wêjeyê li bajêr e û hewldana pêşxistina vê mecalê ne.

Hiso got dê mijara yekemîn li ser jiyana Melayê Cizîrî; bandor, helbest û karên wî di wêjeya kurdî de be.

Hiso diyar kir ku mijara duyemîn “rexnegiriya wêjeyî” ye. Dê di vê mijarê de rewşa rexnegiriya wêjeyî ya li herêmê piştî çend salan ji çalakî û berhemên wêjeyê were nirxandin.

Her wiha dê mijara sêyemîn jî, roman be, bi taybet romana kurdî be. Li kêleka wê jî dê çalakiyên xwendina helbest û çîrokan û nîqaşkirina wan be.

Aras Hiso hêvî kir ku ev çalakî ji aliyê naverokê ve dewlemend be. Her wiha dê gelek kes ji bajarên kurdan ên li derveyî Rojava û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bin.

Dîwana Wêjeyê bernameya Hefteya Wêjeyê dê heta çend rojan aşkera bike.