18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kurdistanê navê dewleta nû: CHP

Li Tirkiyeyê bi sedan sal in siyaset bi darbeyan tê dizaynkirin. Hêj di dema Osmaniyan de bi dehan caran darbe pêk hatine û wekî din jî gelek hewldanên darbeyan ên bi ser neketine çêbûne. Piştî avakirina komarê ev şêweya dizaynkirina siyasetê dewam kir. Bi vê şêwazê muxalefet hate tasfiyekirin. Kurd, oldar, sosyalist-çepgir, bawerî û neteweyên kêmar û hwd. her tim bûne hedef. Dikare were gotin ku zemîna darbeyan jî li ser dijberiya netew û baweriyên derveyî tirkbûnê hate avakirin. Li ser vê zemînê di destpêkê de ermenî û kurd hatin tasfiyekirin. Piştre oldar û çepgir. Herî dawî jî bi bûyerên 6-7’ê îlonê rûm, cihû û hwd. hatin tasfiyekirin. Di tasfiyeya hêmanên derveyî tirkîtiyê de rola sereke ya CHP’ê bû.

Endamên Cemiyeta Îttîhat û Terakî piştî damezrandina komarê di nava CHP’ê de cih girtin û dewlet bi rê ve birin. Bi feraseta ‘darwînîzma civaknasî’ hewl dan ku civakeke yekpare ava bikin. Ji bo vê jî zagon derxistin. Ên ku xwestin li dijî van zagonan derkevin bi tundî tasfiye kirin. Li ser ‘peymana tirkîtiyê’ xwestin hemû beşên civakê yên din ji holê rakin. Lê belê her hewldana wan rastî berxwedanê hat. Di encama berxwedanê de hem komar seqet ma hem jî civakê darbeyên mezin xwarin. Niha hejmara hemû netew û baweriyan li gorî dema damezrandina komarê pir kêm bûye. Di heman demê de komar jî tu car negihişt asta ku dihat xwestin. Her tim ji aliyê demokrasî û azadiyê ve kêm ma. Li ser navê têkoşîna bi ‘derdorên dixwazin komarê hilweşînin’ re her tim zagonên ku demokrasî û azadiyê teng dikin xistin meriyetê. Bi vî awayî ne netew û baweriyên din bi temamî ji holê hatin rakirin û ne jî ‘tirkîtiyeke ku bigihije medeniyeta modern’ hate pêşxistin. Israra di tirkîtîbûnê de seqetmayîna komarê û asîmîlsyona netew-baweriyan bi xwe re anî. Ev polîtîka hemû jî di pêşengtiya Cemiyeta Îttîhat û Terakî de hatin meşandin. Piştî CÎT belav bû jî kîjan partî bû desthilat bi heman şêwazî tevgeriya.

Kemalîstbûna AKP’ê!

Ji CHP’ê bigire heta AP, ANAP’ê û îro AKP’ê jî heman polîtîka meşand. AKP herî zêde li ser dijberiya feraseta CÎT’ê xwe da nasîn. Lê niha polîtîka û stratejiya ku dimeşîne ya CÎT’ê jî derbas kiriye. Li ser dijberiya Kemalîzmê derkete pêş lê niha siyaseta wê yeke yek bi fikra kemalîzmê tê meşandin. Feraseta Kemalîzmê neteweyeke leşkerî, laîk (her çîqas laîsîzmê bipareze jî kemalîzmê bi xwe zagona ku dibêje ‘ola dewletê îslam e’ xistiye makezagonê), modern(ji aliye şêwe ve modern) û yekhêmanî dixwaze. Erdogan jî bi sloganên ‘yek dewlet, yek al, yek ziman, yek ol, yek û yek û yek…’ kemalîstbûna xwe îlan dike. Tê zanîn ku AKP’ê her tim digot ‘Komar derveyî çanda me ye, divê em vegerin dema osmaniyan.’ Hemû polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn jî bi navê ‘osmanîtiya nûjen’ dimeşîne. Lê berî çend rojan tiştek ecêb çêbû. Cîgirê serokê koma AKP’ê ji ber anî ziman ku komarê ew asîmîle kirine, ji peywirê hat girtin. Cîgirê AKP’ê Mahîr Unal di esasî de tam jî xwestek û feraseta AKP’ê anî ziman lê mixabin ji bo ku bertek derketin holê AKP’ê ew ji peywirê girt. Yanî çawa Kemalîzmê takiye dikir û dema derfet didît diket nav hewldanên tasfiyekirinê, AKP’a di bin rêvebiriya Erdogan de jî heman tiştî dike. Mixabin êdî stretejî û bernameya wê deşîfre bûye û nameşe.

 CHP valahiya AKP’ê dadigire

CHP tam jî ji ber xitimandina polîtîkayên AKP’ê xwe weke alternatîfa desthilatê derdixe pêş. Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu îdîa dike ku ew ê pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Ji bo alîkariya civakê bistîne ketiye nav hinek hewldanan. Car caran gotinên derveyî hişmendiya CHP’ê tîne ziman. Di wan kêliyan de mirov difikire û ji xwe dipirse “Bi rastî dibe ku CHP guherî be?” Lê mixabin dema bi giştî tê nirxandin û tevgerîna CHP’ê li ber çavan tê girtin diyar dibe ku CHP tenê dixwaze valahiya ku AKP’ê di nava civak û dewletê de çêkiriye tije bike. Dixwaze komara ku êdî hew dikare bi kurdan re, bi çepgiran re têbikoşîn careke din rake ser lingan.

Beriya du hefteyan Kiliçdaroglu çû DYE û hinek serdan kirin. Ev serdan gelek hatin nirxandin. Bi kê re çi hevdîtin kirin baş nayê zanîn. Piştî serdana DYE çû Ingilistanê jî û hinek hevdîtin pêk anîn. Tê zanîn berî AKP bibe desthilat, Erdogan jî di hema rêyê re derbas bûbû. Di salên 90’î de Ingilistanê şewqa kesk ji qirkirina kurdan re pêxistibû. Di hevdîtina 2007’an a Erdogan-Bush de DYE piştgiriya tasfiyeya Tevgera Azadiya Kurd û qirkirina gelê kurd ji bo Tirkiyeyê aşkera kir. Piştî van hevdîtinan operasyonên leşkeri yên li dijî Herêma Federal ya Kurdistan û qirkirina siyasî derketin asta herî jor. Niha jî Kiliçdaroglu ji bo bibe desthilat diçe ji van welatan piştgirî û destûrê dixwaze. Adnan Menderes jî bi piştgiriya heman hêzan bû desthilat. Îsmet Înonu jî bi alîkariya heman hêzan desthilata xwe domand. Kesê ku herî ‘demokrat’ dihate nasîn Tûrgût Ozal jî bi piştgiriya heman hêzan bû desthilat. Ên ku bi piştgiriya van hêzan bibin desthilat neçar in li gorî polîtîkayên wan jî tev bigerin.

Tevlêbûnên li CHP’ê

Yek ji nîşaneyên ku CHP dixwaze dewsa AKP tije bike jî stratejiya ku li Kurdistanê dimeşîne ye. CHP’ê bi navê Maseya Rojhilat li 24 bajarên bakurê Kurdistanê jî xebatek da destpêkirin. Di encama van xebatan de niha CHP jî tîne ziman ku hejmara endamên wan û rêjeya wan zêde bûye. Her roj di nûçeyan de em dibînin ku hinek kes an jî derdor tev li CHP’ê bûne. Çend nûçeyên derketine pêş wiha ne:

3 Eşîra Dirî ku bi AKP’ê re tevdigeriya derbasî CHP’ê bû. (Colemerg)

3 Bernamzetê parlementeriyê yê berê yê AKP’ê Fatîh Cengîzê Badikî tev li CHP’ê bû. (Mûş)

3 Eşîrên Sina, Şedadî û Asî piştgirya xwe ji AKP’ê kişandin û derbasî CHP’ê bûn. (Pirsûs)

3 Serokê eşîra Ertûşî Îskender Ertûşî derbasî CHP’ê bû. (Wan)

3 Parlementerê berê û avakerê AKP’ê Fehmî Oztunç derbasî CHP’ê bû. (Colemêrg, ji eşîra jirkî)

Rastiya kesên tev li CHP’ê dibin

Ev lîste dikare were dirêjkirin. Herî dawî di nav kesên ku bûne endamê CHP’ê de navê Nuşîrevan Elçî (serokê berê yê Baroya Şirnexê) jî derbas bû. Dema li van derdorên ku tev li CHP’ê dibin û hewldanên CHP’ê yên giştî werin nihêrtin, pêşeroj hinek din zelal dibe. CHP xwe wekî muxatabê çareserkirina pirsgirêkên demorkasiyê dide nîşandan lê li ku derê kes an jî hêzeke derveyî demokrasî û azadiyê hebe bi wan re tevdigere. Mesela ev derdorên ku li Kurdistanê tev li CHP’ê bûne hema bibêje destê hemûyan di kuştina gelê kurd de heye. Tu eleqeya wan bi demokrasî û azadiyê re tuneye. Çima bi AKP’ê re tevgeriyan? Ji ber ku berjewendiyên aborî di ser her tiştî re digirtin. Niha bila herin binêrin gelo ev kes û endamên eşîrên wan tev li çiqas sûcan bûne? A rastî parlementerê berê yê AKP’ê Fehmî Oztunç ku derbasî CHP’ê bûye tîne ziman: “AKP’a ku li Tirkiyeyê pirsgirêkan dijî heman pirsgirêkan li herêmê jî dijî. Li vir êdî alternatîf CHP ye. Tabana HDP’ê jixwe diyar e. Ev rewşa dualî dê ji holê rabe. Ji hêla siyasetê ve valahiyek heye, em ê vê valahiyê dagirin.” Bi salan dewletê xwe li ser AKP’ê da meşandin. Niha dewlet xitimiye û nikare pêş bikeve. CHP li ser navê dewletê ev berpirsiyarî girtiye ser xwe.

Dewlet derbas dike!

CHP’a ku behsa demokratîkbûnê dike qet nakeve mijara sucên ku dewletê li dijî gelê kurd kirine. Hinek bûyerên ku dibêje ‘Ez ê hesabê wan bipirsim.’ bi kiryarên AKP’ê ve girê dide. Wekî polîtîkaya dewletê nagire dest. Bi rojan e behsa bikaranîna çekên kîmyewî tê kirin lê parlementerê CHP’ê li hemberî bertekan derdikeve û dibêje ‘Divê ji bo têkoşîna artêşê ya derveyî sînor qet nîqaş neyên kirin.’ Di heman demê de ev derdorên ku tev li CHP’ê dibin jî hevkarê vî karî ne. Jixwe dewlet bi ser van eşîran re têkoşîna gelê kurd, mafê gelê kurd tune dihesibîne.

CHP jî li herêmê bi van kesan re tevdigere û dibêje min xwe berda nav gelê kurd. Bila dewlet nehêle ku ev kes derbasî CHP’ê bibin, ka em ê bibînin derbas dibin an derbas nabin. Hemû jî bi agahiya dewletê çêdibin. Mesele bila HDP here bi van derdoran re hevdîtinan bike. Bixwaze ku ew tev li HDP’ê bibin. Wê demê dê baştir were dîtin ku li ser van eşîran çiqas çewisandin çêdibe, ji HDP’ê re çiqas astengî derdixin. Dewlet zû bi zû rê nade ku tev li partiyên kurdewar bibin. Valahiya ku çêbûye dixwaze bi CHP’ê dagire. HDP jî pêwîst e vê rewşê li ber çavan bigire û ev valahiya ku çêdibe tije bike. Yek ji stratejiya sereke ya HDP’ê divê ev be.