4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê navxweyî yê AKP û MHP’ê Unal têk bir

Di navbera tifaqa AKP-MHP’ê de pirsgirêkên mezin hene û şerê navxweyî derketiye. Herî dawî ji ber vî şerê navxweyî Serokwekîlê Koma AKP’ê Mahîr Unal ji peywira xwe îstifa kir.

Di sala 2015’an de dema ku AKP bi saya tevgera azadiyê derbeke giran xwar û nikaribû bi tena serê xwe hikûmetê ava bike, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di neyartiya kurdan de kesê bi ser pozê xwe de nabîne! Şert da pêşiya AKP’ê ku pêvajoya çareseriyê ya di sala 2013’an de bi hewldanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin têk bibe. Bi vê şertê MHP’ê xwestibû bi AKP’ê re tifaq bike û Tirkiyeyê ber bi van rojên tarî de bîne.

Daxwaza Bahçelî ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hat qebûlkirin û tevî ku ji bo serxistina pêvajoyê deklerasyon hatibû dayîn jî Erdogan pêvajoyê bi dawî kir û li dijî tevgera azadiyê ya kurd biryara şer da. Piştî çend meh destpêkirina pêvajoya şer di 15’ê tîrmeha 2016’ân de li dijî AKP’ê ji aliyê dostên (Cemaeta Fethullah Gulen) wê yên bi salan helwdana darbeyê pêk hat. AKP’ê vê darbeyê ji xwe re kir firsend û şerê li dijî kurdan kûrtir kir û bi awayekî fermî bi MHP’ê re tifaqeke faşîst ava kir.

Zihniyeta AKP’ê da der

Her çiqas ev tifaqa bi salan e bidome jî nakokiyên wê yên navxweyî hene. Ji ber ku bi saya tifaqa MHP’ê AKP ango Erdogan hikûmet ava kiriye, Bahçelî çi bibêje bi ya wî tê kirin. Bi gotineke din zihniyeta Bahçelî û MHP’ê li desthilatê ye û bi gorî dilê xwe bi AKP’ê guıhertinan pêk tîne. Ev jî dibe sedem ku gelek AKP’î bibin qurbana bertekên Bahçelî ya jî nakokiyên di navbera tifaqa bi MHP’ê re. Bi nêzbûna hilbijartinê re careke din ev nakokiyên di navebra AKP û MHP’ê de xwe di tifaqê de bi awayekî aşkera didine der.

Serokwekîlê Koma AKP’ê Mahîr Unal, hefteyên borî li Gurgumê tev li 8’emîn Fûara Çand û Pirtukan bû û der barê komarê de zihniyeta AKP’ê ya li dijî komarê bi zimanekî zelal aşkera kir. Unal; şoreşa tirk a komarê şoreşa herî hişk û tûj e. Wek nimûne Şoreşa Fransa her tişt hilweşand lê dest neda lugatê. Şoreşa Mao ya Çînê tiştek bi lugatê nekir. Lê şoreşa tirk a komarê lugata me, alfabeya me, zimanê me û her wiha hişmendiyên me tune kir.

Bû qurbanê Erdogan û Bahçelî

Ji ber ku van gotinên Unal zihniyeta AKP’ê ye gotinên wî ji aliyê CHP û Kemalistan ve bi awayekî tund hatin pêşwazîkirin. Rexneyên tund li AKP’ê û Unal hatin kirin. Bêguman ne tenê CHP’ê û Kemalistan rexne li Unal kirin û bertek nîşan dan.Bahçelî ji wan bêtir bertek nîşanî Unal da. Bahçelî; hin kesên xafil hene ku dibêjin şoreşa komara tirk zirar daye ziman û hişmendiya me. Ew kesê ku vê dibêje di nav lepên xeletiyeke deraw ya bêbinî û bê dîrok de ye. Van gotinên Bahçelî careke din nakokiyên di navbera MHP’ê û AKP’ê da der.

Erdogan ku zimanê wî ji her tiştî re dirêj e, dema mijar dibe Bahçelî zimanê wî di devî wî de lal dibe. Her çiqas gotinên Bahçelî qebûl neke jî ji ber ku ji bo serkeftina xwe ya neçarî Bahçelî ye Erdogan pir bi hêsanî rayedarên partiya xwe dike qurban û di oxira Bahçelî de wan xerc dike! Erdogan, Unal jî kir qurbana têkiliyên di navebera xwe û Bahçelî de. Unal ê qurbanî ji Erdogan “efûya xwe xwest” û ji Serokwekîltaya Koma AKP’ê îstifa kir.

Rast e le kêm e!

Her çiqas ji aliyê CHP, Kemalistan; Bahçelî ve neyê qebûlkirin jî rastiya gotinên Unal heye, lê kêm in. Weke ku Unal gotiye komarê lugat, alfabe, ziman û hişmendiya tirkan bi tevahî tune nekiribe jî xesareke mezin dayê. Lewre tevî ku di salên destpêkê yên komarê de rastiya nasname, ziman û erdnîgeriya kurdan hatibe qebûlkirin jî piştre ev hemû hatine redkirin, ziman, lugat, dîrok, wêje, huner, ol û hema li ser navê kurdî çi hebûye tune kiriye. Hê jî tune dike.