3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lîbyayê dîsa şerê çekdarî dest pê kir

Li gorî agahiyên çapemeniya Lîbyayê doh êvarê li herêma Cebis a paytext Trablusê şerên dijwar di navbera komên çekdar de qewimîn.  Li gorî wan çavkaniyan li Trablusê pevçûnên nû di navbera komên çekdar ên girêdayî Abdulhemîd Dubeybe û yên girêdayî Fethî Başaga de ne.

Li Lîbyayê  ji berê de ji ber hebûna gelek komên çekdar nakokiyên mezin hebûn, bi avakirina 2 hikûmetên cuda aloziya li wî welatî zêdetir bû.

Hikûmetek bi serokatiya Abdulhemîd Dubeybe ye ku ji beriya sal û nîvekê hatibû avakirin û piştî ku dema wê hikûmeta demikî bidawî bû Dubeybe dest ji kursiyê xwe bernade û pişta xwe bi komên çekdar ên girêdayî xwe ve xurt dike. Hikûmeta din jî bi serokatiya Fethî Başaga yê ku ji alî parlamentoya Lîbyayê ve hatibû peywîrdakirin tê birêvebirin.

Dubeybe rê neda Başaga ku were Trablusê û hikûmeta xwe ya demikî birêve bibe, Başaga jî ji bo şer û pevçûn di navbera komên çekdar de dernekevin, hikûmeta xwe ji bajarê Sirtê bi rêve dibe.

Lewre jî her ku Başaga behsa çûna Trablusê dike Dubeybe komên xwe yên çekdar dixe dewrê û nakokiyên mezin û şer û pevçûn diqewimin.