4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nakokiyên DYA û Çînê dê bibin bela serê hemû cîhanê

Çînê di encama nerazîbûna xwe ya li dijî serdana Nancy Pelosî ya Taywanê de hin daxuyanî dan û yek ji wan ev bû ku ew êdî dan û standinên xwe yên bi DYA’yê re yên der barê Guhertina avhewayê de radiwestînin. Ev biryar bi xwe re metirsiyeke mezin tîne ji ber ku Çînê yek ji welatên ku herî zêde dibe sedema germahiya global.

Di demekê de ku ji bo lidarxistina civîna ji bo pêşîgirtina Gemahiya Global nêzî 3 mehan maye,  Çînê ev biryara xwe wekî nerazîbûn li ser serdana Pelosî ya Taywanê aşkera kir.

Nûnerê Taybet yê DYA’yê bo dosyaya avhewayê John Kerry jî der barê vê biryara Çînê de daxuyaniyek da û tê de wiha hate gotin: “Divê tu welatek ji ber hin nakokiyên di navbera xwe de pêşketina mijarên jiyanî yên ku her kesî têkildar dikin, asteng neke.” Her wiha di berdewamiya vê daxuyaniya Kerry de wiha tê gotin: “Rawestandina hevkariya di mijara Germahiya Global de, ne gef û cezayeke ji bo DYA’yê bitenê lê ew cezayeke ji bo hemû cîhanê û bi taybetî ji bo welatên xizan û paşdemayî.”

Hêjayî gotinê ye hevkariya di navbera DYA û Çînê de ya ji bo pêşîgirtina li germahiya global di sala 2015’an de rê li ber peymana Parîsê ya avhewayê vekiribû.  Her wiha rê li ber konferansa Glasgow 2021’ê ya avhewayê vekiribû.  Lewre bi nêzîkbûna lidarxistina lûtkeya avhewayê ya sereke re ku nêzî 100 rojên tê lidarxistin, xwevekişandina Çînê dê zirareke mezin bide mijara pêşîgirtina li Germahiya Global.