12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Filistînê bi fûzeyan bersiv da êrîşa Israîlê

Tevgera ‘Cîhada Islamî’ ya Filistînê da xuyakirin ku wan derdora 100 fûzeyan ber bi Israîlê ve avêtiye.  Li gorî agahiyên medya Fransayê komên çekdar ên Filistînê doh êvarê gelek fûze avêtine çend bajarokên başûrê  Israîlê.

Li gorî daxuyaniya tevgera ‘Cîhada Islamî’ wan bersiva êrîşa Israîlê ya li ser Xezayê daye ku di encamê de rêveberekî tevgera wan û çend sivîl ji alî artêşa Israîlê ve hatibûn kuştin.

Sekreterê giştî yê tevgera ‘Cîhada Islamî’ Ziyad Nexalê jî bersiv daye êrîşên Israîlê û wiha gotiye: “Êdî tu xetên sor di vî şerî de nemane, Tel Evîvê jî di nav de dê hemû bajarên Israîlê êdî bibin armanca fûzeyên berxwedêrên filistînî”.

Hêjayî gotinê ye ku roja înê ango 5 tebaxê Israîlê çend êrîş li dijî Xezayê pêk anîbûn û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû, her wiha 44 kes jî birîndar bûbûn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê