28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mirin an jî xwekujî

Gotinek heye di nava civaka me de û tê gotin `mirin bi emrê xwedê ye.` Gelo mirina ne bi emrê xwedê heye? An jî mirina ku bê wext, mirina ku ne di cih de yan jî mirina ku bêyî tu pê bihesî ku zindî zindî miriyî. Zindî yî lê mirî yî, digerî, di peyvî, didî û distînî, dixwî, radizî, dikenî û digîrî, lê dîsa jî li gorî pîvana hebûnekê ku bi reng, nav, ziman û wateya cihanî tu dîsa jî miriyî!

Govend e, sergovend e, xwedî mal û hal e, jin e û mêr e û xwedî zarok in. Zarok, bi bav in lê ne bi dê ne; bê zarin, bê navin, nav navê erebî, rûsî yan jî bê pênase hema gotin lê kirine.

Sergovend e, rîtma govendê nîv kurdî, nîv erebî û yên mayî jî rûsî-ermenî û ewropî ne. Xwe dihejîne ji bo çi, ji bo kê yan jî kîjan gav pêş an jî rast e ne diyar e. Wek serxweşa diheje diheje û dikene. Diken û li ser lêvan deng dike, qîr dike. Qîr bi kîjan zimanî yan jî bi kîjan awazî ye, her kes lê temaşe dike. Ji bo kê ye ev qîr? Bi kîjan zimanî; her wiha dide xebaran(çêran) an jî bang li kesekî dike. Pirsyar pirsyar…

Sergovend e, cil û pêlav îspanî, gore farsî, qirewat hirvatî, kiras fransî, marqa Kristin Dîor, şal û cakêt îtalî.

Me ji bîr kir kumek li serî, na na, ne kum, seriyê amerîkî, di tiliya navîn de gustîl a li ser îslama kevirê kehrîbar, demhijmêra di zendê de modela dawî, şûşê wê dibiriqe. Xwe badide, radibe baz dide, ji berîka xwe de tomarekî pere derdixe û di ser zarokan de direşîne. Bi kurdî dengekî derdixîne û dibêje, “şabaş.”

Di serê bûkê de xêlî, lê ne xêliya kurdî, xêliya wek kefenê spî lêkirine û pêlaveke pehnîtuj û bilind lê kirine da ku bejin bilind xuya bike. Lapika tenik û spî di destan de. Perda rûyê wê zavayê bedbex radike. Zava kêfxweş, rûgeş û wekî ku milkê cîhanê bi dest xistiye, dev vekirî ye, qet devê xwe nagire. Feqîrê, ku zava wiha berdewam bike wê kelmêşê der û dorê hemû biçin di nava devê wî de. Perde radibe, rûyê bûkê diyar dibe, der û dor lê dinêre û dengê pîrejinan tê û dibêjin, `lê lê wek digotin ne bedew e.`Pîremêrekî ji xwe razî dibêje `têrê dike, lê bejna wê kurt e.`Zarokekî 12 salî nesekinî û bê şerm, bê sansur bi dengekî bilind dibêje, `hevalê min e, çend roj berê em bi hev re çavgirdanok dileyîstin` û li wê derê rûyê her kesî cemîdî. Lê yê li ser govendê xwêdana rû û gilêza devê wî tevlîhev bû û got: “De lê de li defê de.”

Jixwe derketin an jî xwe nenasîn pîs e. Ketina kesayetê ku bêpênase, bêwate, kî wê çi jê bike. Kî li defê dide û kî li gor dengê defê direqise. Dema dengê defê sekinî bêser û ber diheje. Çavên bûkê yên belek û çav kûr û cemîdî. Dil ditirse, tirsa pêşerojeke ku agir tê de ye.

Sergovend li ser kursiyê plastîk û rengê qehweyî rûnişt û desmala di berîka xwe de derxist û xwêhdana eniya xwe paqij kir. Diranên pêşîn zêr in, lê yên din ên zengarî ji kişana cixarê qirêj bibûn, simbêlê li ser lêva di bin poz de wek simbêlê mêranî yê axayê feodalê çeprast şehkirî, ji xwe razî û berê xwe da mêvanan û awirek da bûkê, wekî ku bibêje: “Ez heme!”

Di qada dawetê de, govenda aqilmendê ku diaxive û ji gotinê xwe re ew bi xwe ker û gêj, gotin ji devê bêperde derdikeve, ji bo kî, ji bo çi, çima nîne, lê gotin e. Aqilmend, ber bi erkdarê dewletê diçe, nazik û nazdar dipeyive. Gotin çors nîne, gotin bi pîvan, bi sînorkirî, seknek rêzdar, dest ne di berîkê de; bi herdu aliya ve wek benda fermanê, lingên wî yek rêz, serê nikûlê pêlava yek ji yê din ne pêş û ne jî paş. Amedeye ji bo fermana birayê gewre yê mezin. Bi zimanê zikmakî naaxive, bi zimanê dagirkeran diaxive.

Dagirker baştir û bê qûsûr dipeyivin. Ferman an jî perspektîfa xwe digire û berê xwe dide girseya dawetê. Vê carê bi dengekî çors, bi rûyekî qermiçî wek celadekî, ferman dide der û dorê. Zarokekî derpiyê wî qelişî, xîtîk, poz diherike, rû û rûçik di nava tozê de tê pêşiyê û gotinên ku fêhm nekiriye dipirse û dibêje, “xalo te çi got?” Xalo..! Vê gotinê hêrsa aqilmend bilind kir, lê wekî ku ew zarok ne bihîstibe lê nenêrî û bi awirê xwe li ser girseya gel gote got dikir. Lê zarok hê jî li ber sekinî bû ji jêr ber bi jor li devê wî temaşe dikir. Kesekî jî ew zarok ji wê derê ne livand, zarokî kirasê zenda xwe ber bi pozê xwe yê xîtik ve bir, kişand û paqijkir. Pişta xwe da aqilmend û çû di nava koma zarokan de rûnişt.

Kêlî kêlî dilivandin, xwe naskirin an jî xwe watedar kirin têkoşîna her hebûnê ye. Hebûn, çêbûn an jî çêkirin çiqasî zehmet e. Her wiha kî dikare hebûna çêkirî tune bihesibîne? Hebûna çêkirî tune nabe, lê şêwaz diguhere, serpoşserperde dibe yan jî dikujî lê dîsa jî hucreyê di wê axê de çêdibe gul dide, dibişkive, xwarina mişk û mara dide canekî din.

Lê zîndî zindî xwe dikuje, reng, deng, hest û ramanên xwe, rabirdû û dahatûya xwe pêl dike, baz dide wek heramîzadeyê mirov. Kuçik goştê kuçikî naxwe, kuçik, bê wext cihê xwe terk nake, deriyê ku xwarin dide ji bîr nake, kuçik hevalê/a xwe nafiroşe gur.

Bênav e, bêpênase ye û bêwate ye. Birçiye, xwe têr dizane, bêaqil e, xwe bi aqil dizane, li kolanan lêdanê dixwe, lê mixabin ew celadê malê ye û xwediyê hest û ramanê jî jin e.