17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mahabadê gel ser piyan e  

Xwepêşandanên ji bo azadî û demokrasiyê ya jin û welatiyên Mahabadê derketiye asta herî jor.

Duh bi boneya çileya Jîna Emînî bihezaran kes herikîn bajarê Seqizê û xwestin biçin ser goristanê. Lê li rastê destwerdana hêzên rejîmê hatin. Her wiha li gelek bajaran jî bi boneya çileya Emînî xwepêşandan careke din dijwarbûn. Di encamê de çend xwepêşander li bajarên cuda jiyana xwe ji dest dan. Îro piştî merasîma spartina axê ya yek ji wan xwepêşanderan Îsmaîl Mewlûdî welatiyên bajarê  Mahabadê rabûn ser piyan. Xwepêşandan îro li Mahabadê gihîşt asta herî jor û alozî rû da.

Di xwepêşandanên  îro yên Mahabadê de dirûşmeyên, “Kurdistan Kurdistan goristana faşîstan” û “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin. Li gorî agahiyan xwepêşandaran li vir gelek saziyên dewletê bi dest xistine û agir berdane avahiya walîtiyê û banqeyan.

Ji bo belavkirina xwepêşanderan û bêdengkirina nerazîbûnan hêzên rejîmê li taxa Gumruk ya Mahabadê gule li welatiyan reşandin.

Hat zanîn heta van kêliyan jî xwepêşandan li bajarên cuda yên rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin.