4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

12 wezîrên karên derve yên jin serhildana jinên îranî silav kirin

Wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan berxwedana jinên îranî silav kirin û peyama “Mafên jinan, mafên mirovan e. Em dengê we dibihîzin û bi we re ne.”

Piştî kuştina Jîna Emînî dj 16’ê îlonê ve li rojhilatê Kurdistan û Îranê civak bi pêşengiya jin û ciwanan li dijî rejîma heyî li kolanan e. Tevî kuştin, îşkence û binçavkirinan jî ev ji 40 rojî zêdetir e civak serhildana xwe didomîne.

Welatên wek Arnavutluk, Andora, Avustralya, Fransa, Almanya, Îzlanda, Kosova, Lîbya, Lihtenştayn, Zelandaya Nû, Kanada û Norveçê ku wezîrên wan ên karê derve jin in ji bo piştgiriya bi jinênli Rojhilat û Îranê têdikoşin daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: “Weke wezîrên karên derve yên jin, em ji bo piştevaniya bi jinên dilwêrek ên li Îranê re hatin ba hev ku mafên xwe yên tevlibûna çalakiyên aştiyane û parastina mafên mirovan bi kar tînin. Jinên îranî ji bo xwe û pêşerojeke baş a hemû îraniyan li ber xwe didin. Em jî piştgiriyê bidin wan.”

Di berdewama daxuyaniyê wezîran destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin xebatên parastvanên mafên jinan û parastvanên mafên mirovan û wiha gotin: “Dayîna bihîstin a dengê jinên îranî berpirsyariya me ye.”  Bi domdarî sepandina qanûna îffetê ya bi darê zorê, zexta li ser azadiya fikr û xweîfadekirinê û qutkirina înternetê hat şermezarkirin.

Her wiha bang li rayedarên Komara Îslamî ya Îranê hat kirin ku destûrê bidin da ku Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) venihêrînê bike û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Mafên jinan, mafên mirovan e. Em jinên dilwêrek ên îranî ku çalakiyên aştiyane li dar dixin, silav dikin. Em dengê we dibihîzin û bi we re ne.”