4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

WMA: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin

Yekitiya Tabîban a Cîhanê (WMA), daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku çekên kîmyewî yên li dijî PKK’ê hatine bi kar anîn bên lêkolînkirin.

Yekitiya Tabîban a Cîhanê (WMA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û binçavkirina parêzvanê mafên mirovan Şebnem Korûr Fîncanci bi tundî şermezar kir.

Fîncanci ji ber ku xwestibû agahiyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên artêşa tirk ên li dijî qadên gerîlayan bê lêkolînkirin, hatibû binçavkirin.

Serokê Konseya WMA’yê Dr. Frank Ulrich Montgomery got: “Binçavkirina Dr. Korûr Fîncanci û gefa li endamên Yekîtiya Tabîban a tirk têne xwarin, teqez nayên qebûlkirin. WMA tev li wan kesan dibe ku dixwazin li ser nûçeyên têkildarî gazên kîmyewî yên dewleta tirk ê li dijî koma PKK’ê bi kar aniye, bi rengekî serbixwe bê lêpirsîn. Ev êrîşên daîmî yên li hemberî endamên Yekîtiya Tabîban a Tirk bi temamî neheqî ne.”