8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Mêrdînê wesayîteke qelibî û di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya navçeyên Midyad û Mehsertê yên Mêrdînê qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de wesayîta serwîsa xebatkarên walîtiya Mêrdînê û Zanîngeha Artûklûyê qelibî û 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Piştî bihîstina qezayê tîmên tenduristiyê û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û mirî û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê û Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.

Navên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Fatma Kaya

Buşra Keleş

Kamûran Onen

Abdullah Macît

Yûsûf Tunç

Rûken Adam

Hat angaştkirin wesayîta ku diviya 5 kes lê bihatina siwarkirin 11 kes lê hatine siwarkirin.