Îsraîlê di saetên şevê de bi bombeyan êrîşî balefirgeha Şamê kir. Di encama êrîşa Îsraîlê de 4 jê leşker bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, der barê mijarê de da zanîn ku piştî bombebarana Îsraîlê, balafirgeh êdî ji xebatê derketiye.
Çavdêriyê, ragihand ku Îsraîlê li gel depoyên çekan noqteyên Hîzbûllah û komên nêzî Îranê yên li derdora balafirgehê jî bombebaran kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îsraîlê di 10’ê hezîranê de jî heman balafirgeh bombebaran kiribû û di encamê de du pîstên daketina balafiran betal bûbûn.