spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hindistanê neviyê Indira Gandhî di rêça wê de dimeşe!

Lîderê muxalîf Rahul Gandhî ji bo wekheviya civakî û aborî ji aliyekî Hindistanê heta aliyê din dest bi meşê kir. Meş 4 meh in dewam dike.

Partiya Kongreyê ya Hindistanê ku partiya muxalefeta bingehîn e, di 7’ê Îlona 2022’an de ji bajarê Kamnyakumari yê li eyaleta Tamil Nadu ku qada herî başûr a welêt e, dest bi ‘meşa yekîtiyê’ kir. Meş hîn jî dewam dike. Meşa ku li dijî desthilatdariya Partiya Bharatiya Janata (BJP) a neteweperest a Hîndû dest pê kir, bi pêşengiya neviyê serokwezîra berê yê welêt Indira Gandhî, Rahul Gandhî dewam dike.

Li gorî nûçeyên di meha Hindistanê de hatin weşandin, lîderê Partiya Kongreyê Gandhî tevî hevalên xwe heta niha bi 2 hezar û 800 kîlometreyî meşiyane. Gandhî tevî serkêşên partiyê rojê bi qasî 20 kîlomtreyî dimeşe û piştî ji 12 parêzgehan derbas bû, plan dike ku meşa xwe li aliyê din ê Hindistanê li Keşmîrê bi dawî bike.

Dixwaze bi bi qasî 3 hezar û 600 kîlometre bimeşe

Ji gelek beşên civakê yên Hindistanê piştgirî ji meşê re tê dayîn. Gandhî ku dixwaze bi giştî bi 3 hezar û 600 kîlometreyî bimeşe, anî ziman ku meşa wan Hindistanê bi temamî hembêz dike. Gandhî destnîşan kir ku ji bo wekheviya civakî û aborî, ji bo pêşîgirtina li dijberiya navbera olan, dest bi meşeke bi vî rengî kirine.

Gandhî yê 52 salî hefteya derbasbûyî li Delhî ya Nû bi xwepêşandanekê hate pêşwazîkirin ku bi deh hezaran kes tev li bûn. Gandhî got, “Her saziyeke demokratîk; parlament, medya, hilbijartin ji aliyê hikumetê ve li me hatin girtin. Ji bilî daketina qadan rêyeke cuda li pêşiya me tune bû.”

Lîderê rûhanî yê Hindistanê Mahatma gandhî jî sala 1930’î bi 400 kîlometreyî meşiya bû û pêşengî ji serhildana welatê xwe ya li dijî Brîtanyayê re kiribû. Gandhî bi rengekî aşkera bang li rayedarên Brîtanyayî kiribû û ji wan xwestibû ku Hindistanê biterikînin. Bi vê çalakiya bêîteatiya sivîl kiribû ku welatê wî serbixwe bibe.