22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlementerên HDP’ê xwestin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin

Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ber bi Wezareta Edaletê meşiyan û xwestin ku demildest bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi mebesta ku parêzer û malbat bikaribin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kuli Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtinê bikin, ber bi Wezareta Edaletê ve dest bi meşê kirin. Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, Erdal Aydemîr, Ayşe Surucu, Mehmet Ruştu Tiryakî, Hasan Ozguneş, Abdullah Koç û Kemal Bulbul di meşê de cih girtin. Parlamenteran di meşê de dovîzên “Bila li Îmraliyê li gorî hiqûqê tevbigerin” bilind kirin û ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan.

Li ber Deriyê Dîkmenê yê meclîsê polîsan pêşiya parlementeran birîn.

‘Îradeya gelê kurd tê tecrîdkirin’

Parlamenteran li cihê hatin astengkirin daxuyanî dan. Li ser navê parlamenteran, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari axivî û destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye modela rêveberiya tecrîdê û ji ber agahî ji Ocalan û girtiyên cem wî nayê girtin û fikara gel zêde bûye.

Hatimogûllari got “Desthilatdarî dixwaze tevahiya siyaseta muxalîf tecrîd bike. Tirkiye bi tecrîda girankirî dikeve sedsala duyemîn a komarê. Pergala tecrîda li Îmraliyê ji geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê qut nîne. Bi destê yek zilamî tê xwestin ku li welat rejîma otorîter bê avakirin. Îradeya gelê Kurd tê tecrîdkirin.”

Hatimogûllari diyar kir ku kûrkirina şer û girankirina tecrîdê wê nebe çareserî û ew dixwazin li dijî polîtîkaya şer û tecrîdê li vî welatî jiyanek wekhev û hevpar bi cih bikin.

Çareserî diyalog e

Hatîmogûllari pêşniyazên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê bi bîr xist û got: “Îro birêz Ocalan îşaretên pir girîng pêşkêş kir û diyar kir ku di hevdîtinên pêvajoya aştiyê de ev pirsgirêk dikare were çareserkirin. Em li dora xwe bizivirin û ji her kesî bipirsin, werin em li xwe bizivirin û bipirsin; ji civaknas, akademîsyen û kesên ku di vî warî de xebitîne; gelo heke nakokî hebe, ev pirsgirêk çawa dikare were çareserkirin? Ev pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe, bi rûniştina li ser maseyê bi muxataban re çareser dibe. Em dibêjin wekî gelên Tirkiyeyê em hemû amade ne ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ji ber ku ev desthilatdarî bêyî ku vê pirsgirêkê çareser bike ji holê rabe, wê carek din nêzî dawiya xwe bibe. Ji hikûmetên berê ders tên derxistin, lê ev desthilatdarî kevneşopiya dewletê ya 40 salî didomîne û xitimandina çareseriyê ferz dike, dibe sedem ku pirsgirêk kûr bibin û hesta jiyana hevpar ji holê rabe. Em dixwazin hemû gel, netew û bawerî li ser heman axê bijîn. Em perwerdehiya bi zimanê dayikê wek mafekî sereke dibînin. Li şûna tecrîda girankirî ya li ser kesên têdikoşin, em diyalogê dixwazin, berovajî vê yekê diyaloga ku di dema aştiyê de tê xwestin bê avakirin. Em dixwazin demildest tecrîd bi dawî bibe. Piştî hevdîtina CPT’iyê di serî de malbata wî, gelê Kurd, hemû gelên herêmê û hêzên demokrasiyê ji tenduristî û jiyana rêzdar Ocalan gelekî bi fikar in.”

‘Wezîrê edaletê nikare peywira xwe bi cih bîne’

Hatîmogûllari gazî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kir û wiha got: “Di serî de wezîfeya Wezîrê Edaletê û paşê jî wezîfeya Qesrê ye ku di vê mijarê de daxuyanî bide. Wezîrê Edaletê nikare erka xwe pêk bîne, ji ber ku wezareta edaletê girêdayî rejîma li Qesrê ye ku hemû biryar ji Qesrê bo wan tên. Em careke din ji vê rejîma qesrê re dibêjin û dixwazin; pêwîst e raya giştî ji jiyan û tenduristiya birêz Ocalan û hevalên wî agahdar bibe û divê guh li vê daxwazê guhdar bikin. ‘Mafê hêviyê’ ji bo hemû kesên ku di girtîgehan de ne mafekî sereke ye. Li ser esasê ‘mafê hêviyê’ em dixwazin tecrîda li ser Îmraliyê bi taybetî birêz Ocalan rabe û bi parêzer û malbatên xwe re ku mafekî destûrî ye, demildest hevdîtin pêk bên. Heta ku ev daxwaz pêk werin em ê tevî astengiyan jî vê nobedê bidomînin.”