8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qamişlo 36 çete û hevkarên wan hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê operasyonên wan ên li Qamişloyê û girtina 36 çete û hevkarên wan de daxuyaniyek weşand

Îro berbanga sibehê , Hêzên Operasyonan û Hêzên Taybet (HAT) li taxên cuda yên Qamişloyê girtin ser cihên ku endamên şaneyên DAIŞ`ê û alîkarên wan xwe lê veşartibûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê operasyonên wan ên li Qamişloyê û girtina 36 çete û hevkarên wan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî der barê operasyonê de wiha hatin parvekirin: “Di operasyonên şopandina şaneyên DAIŞ’ê û hevkarên wan de, şaneyên DAIŞ’ê û kesên ku bi wan re alîkar bûn û karê DAIŞ’ê dikirin yan karê wan hêsan dikirin, Ewlehiya Giştî cihên wan tesbît kirin û li dijî wan operasyonek li dar xist.

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hate gotin: “Hêzên me ji her demê zêdetir ji bo parastina ewehiya herêmên me li ser kar in. Em bang li gelê xwe dikin ku eger tevgerên biguman dîtin, nuqteyên ewlehiyê yên herî nêz agahdar bikin û piştgiriya hêzên ewlehiyê bikin.”

Her wiha di serdegirtinan de gelek çek û cebilxane û alavên teknîkî jî hatin desteserkirin.

Di Operasyona Birûska Cizîrê de 14 çeteyên din hatin girtin

Ji aliyekî din ve Operasyona Birûska Cizîrê di roja 5’emîn de berdewam dike. Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên hevbeş di çarçoveya Operasyona Birûska Cizîrê de, operasyonên lêgerîn û kontrolkirinê ji bo şopandina şaneyên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst û rûxandina cihên wan li bajarokên Hol, Til Birak û Til Hemîsê di roja 5`emîn de dewam dike.

Di operasyonên lêgerînê yên duh li gundê Simêha yê rojavayê Til Birakê û gundê Ete yê rojavayê bajarok de, 3 kesên ku gumana piştgiriya lojîstîk ji şaneyên DAIŞ`ê re li ser heye, hatin girtin û ketin lêpirsînê.

Li bajarokê Holê jî, hêzên operasyonê girt ser cihên veşartinê û malên ku şaneyên terorîst û hevkarên wan xwe tê de vedişartin. 11 çete û kesên biguman di dozên cuda de û di nav de hevkarên revandina malbatên DAIŞ`iyan ji kampa Holê û piştgiriya lojîstîk ji wan re, hatin girtin.