13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li metroya Tehranê 3 jinên din hatin girtin

Rêveberê Polîsê Metroya Tehranê Abbas Karmî Rad ragihand ku jinekê ji bo hîcabê bi devkî hişyarî da 3 jinan û pevçûn di navbera wan de qewimî paşê ew hersê jin hatin binçavkirin û girtin.

Rêveberê Polîsê Metroya Tehranê Abbas Karmî Rad anî ziman ku xebatkarên metroyê yên ku pevçûn “bi kamerayan” dîtin, der barê bûyerê de polîs agahdar kirin û piştre her sê jin hatin girtin.

Girtina van her sê jinan li ser medyaya civakî bû sedema bertekên mezin. Bi taybetî piştî mirina Armîta Ground, keça 17 salî ya xwendekar ku ji ber êrîşa tund a parêzvana hicabê ya jin li metroyê jiyana xwe ji dest da.

Rojnameger Amir Kalhar li ser malpera civakî li ser tunebûna kamereyan li metroyê wiha nivisî: “Ew çawa pê hesiyan? ”

Armîta Ground qurbaniya dawî ya siyasetên tund ên rejîma Îranê bû, 28’ê Cotmehê piştî çend hefteyan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeya mirina Ermîta rastî bertekeke berfireh a navneteweyî hat. Ji bilî belavbûna berfireh a vê nûçeyê di medyayên cîhanî de. Her wiha tundî û zordariya rejîma Îranê li dijî jinan li gelek welatên Ewropayê hate şermezarkirin.

Li gorî agahiyan, Armîta zarokeke 17 salî bû, di 1’ê Cotmehê ji ber lixwenekirina hîcaba mecbûrî ji aliyê jineke sergirtî hate darbkirin ku dibe ‘parêzvana Hîcabê’ be yan jî alîgira rejîmê be. ​