9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî baregeha Hêzên Hevpeyman êrîşa bi dironan

Îro serê sibehê dengê teqînên mezin ji Hewlêrê hatin bihîstin, li gorî agahiyan bi dironan êrîşî baregeha Hêzên Hevpeyman ya li balafirxaneya Hewlêrê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên hatine standin berbanga siharê di saet 04:00’an de li bajarê Hewlêrê dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin. Li gorî agahiyan sedema teqînan êrîşa bi dironan ya li ser baregehek Hêzên Hevpeyman ya li balafirxaneya bajarê Hewlêrê bû.

Lê gorî agahiyan êrîş bi çar dironan pêk hatiye, ji ber êrîşê konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê zengila hişyariyê lêdaye û piştre bi rêya sîstema parastinê her 4 diron hatine îmhakirin.
Heta dema amadekirina vê nûçeyên tu aliyan berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe.
Hêjayî gotinê ye duh Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku di êrîşên herî dawî yên li ser baregehên wan ên li Iraq û Sûriyeyê de, 45 leşker û karmendên Amerîkayê birîndar bûne.